Civak

Li Bakûrê Kurdistanê çi dibe û medya kurd çi radigihîne

Li Bakurê kurdistanê bûyerên diltezîn çêdibin. Taybetî piştî hilbijartina tabloya derketî hole ne ji bo kurda lê ji bo siyaseta PKK/HDPê têkçûnekî mezine. Sedemê vê gelek vekiriye lê mixabin kesek naxwaze vê sedemê bibîne yan jî behsê bike. HDP xwe wek partiyek kurd û Kurdistanî nabîne. Lê kurd denga didin HDPê.HDP ji bingehê xwe jî ne partiyek Kurdistaniye. Gelo ji 59 parlementeran çend kurdin? Bersiva vê pirsê hinek tiştan zelal dike.Ji aliyek din bûyerên bi ragihandina xweseriyê li hinek deverên Kurdistana Bakur pöktöne, jiyana xelkê kurd kiriye dojgeh. Xelk ji cih û warên xwe bar dikin. Bi awayek din herêmêm hestên kurdeyatî lê pêşin bi siyaseta çewt bi zanebûn tê valekirin û tehribatên civakî lê têne peydakiribin. Mixabin ev yek bi destê kurda û navê kurdeyatiyê tê kirin.Medya Kurdî û taybetî medya Başûrê Kurdistanê rastiya bûyerên li Bakurê Kurdistanê nade. Bi zanebûn yan ne zanebûn di çerçova ku HDPê de propaganda HDPê dike. Ev çewtiyek e. Herweha ev yek dibe sedemek û çewtiyên HDPÊ berdewam dike.Gelo rewşa Cizîrê, Misirbînê, Geverê, Sur a Diyarbekir û Farqînê çîye? Miletê ku cih û warên xwe derdikevin ji bo çi bar dikin. Medya Başûr rê nade vê yekê.Ji aliyek din ji bilî HDPê aliyên din yên Kurd hene. Ew Kurdistanine .Gelo ji bo çi Medya Başûr ji ji wan behtir dibe dengê HDPê?Şerê heyî Bakur cardin ber bi wêrankirive dibe. Li gelek herêma jiyan sekiniye. Rewşa darayi têkçûya, dema kesek nikaribe heftiyekî dikana xwe veke, gelo dê rewşa wî çewebe? Eve rastiya bazirganên Kurdistanê li hinek deveran e.Li Cizîrê ji aliyê çekdarên PKKê ve 6 otubusên rêvingiya hatine destserdayin û 60 rêvî jî ji aliyê çekdaran ve hatine destserkirin.Şerê heyî ne şerî Kurdan e.. Lê jo bo kurda malxirabiye. Nûçe/analîz.Rojevakurd

Back to top button