CîhanRojev

Wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê dikarin vê hefteyê bicivin!

Rojnameya Kommersant ku nêzîkî hikûmeta Rûsyayê ye, li ser bingeha çavkaniyên erebî,  ragihand ku, Wezîrên Derve yên Tirkiyê û Sûriyê Mewlûd Çavuşoglu û Feysel Mîkdat dikarin bi beşdariya hevtayê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovayê bicivin.

Bi navbeynkariya Moskowayê hewlên asayîkirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê zêde bûn. Rojnameya Kommersant eşkere kir ku wezîrên derve yên her sê welatan dê vê heftiyê li Moskowê bicivin.

Hat ragihandin ku îhtimal heye ku piştî vê hevdîtinê lûtkeya serokên Tirkiye-Sûriyeyê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Beşar Esad bi mazûvaniya Pûtîn jî bicivin.

Dem û cihê civîna ku ji aliyê wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê Sergey Lavrov, Mewlûd Çavûşoglu û Feysel Mîkdad ve tê lidarxistin, wê di demek nêzîk de were eşkerekirin. Li gorî rojnameya Eş-Şerq el-Ewset a Erebistana Siûdî, muzakere dê vê Çarşemê li Moskowê bên kirin. Berî niha Çavuşoglu gotibû, îhtîmal heye ku di nîvê duyemîn ê meha Çile de, di navbera wezîrên derve yên Tirkiyê û Sûriyê de hevdîtin bên kirin.

Tê çaverêkirin ku piştî civîna wezîrên berevaniyê yên her sê welatan, ku di 28ê Kanûna Yekem de li Moskowayê hat lidarxistin, civîna Wezîrên Derve tê pêşbînîkirin ku di 11 salan de yekem pêwendiya fermî ya vê astê di navbera nûnerên Sûriye û Tirkiyê de pêk were.

Li gorî pisporên rûsî yên ku rojnameyê bi wan re hevpeyvîn kirine, pêşketinên di pêvajoya danûstandinan de nîşan dide ku Rûsya hîn jî roleke aktîf di kirîza Sûriyê de dilîze û îhtîmala asayîkirina peywendiyên Sûriyê ligel Tirkiyê û welatên sêyem ên din, ne bi dilê DYA ye.

Rojnameya El-Vatan a Sûriyê ku nêzîkî hikûmeta Sûriyê ye, ji zarê jêderên agehdar li Şamê ragihand: “Atmosfera civîna sêalî li Moskoyê di encama çend gotûbêjên di navbera dezgehên îstixbarata Tirkiyê û Sûriyê de pêk hat. Her du alî (Sûriye û Tirkiye) li hev kirin.

Back to top button