Polîtîk

Mehmet Barlas îdia kir ku HDP û DEVA Partî dikarin di hilbijartinan de tifaqê bikin.

Sernivîsarê Rojnameya Sabahê Mehmet Barlas îdia kir ku HDP û DEVA Partî dê di hilbijartinê de tifaqê bikin. Barlas nêrîna xwe parast ku “Ew difikirin ku bi vê rêbazê dê zêdetir wekîlan bi dest bixin û beşdarî tûra duyemîn a hilbijartinê bibin”.

Di derbar îdiaya tifaqa HDPê û Partiya DEVA de Barlas dibêje:

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got, “HDP wê bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Em ê di demek nêz de namzetê xwe eşkere bikin.” Piştre Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan jî got, “Eger em li ser hejmara parlamenteran li hev nekin, em ê weke DEVA Partiyê beşdarî hilbijartinê bibin.” Ji ber vê yekê gotinên van herdu partiyan ên wekhev tê çi wateyê?

Barlas dibêje: Weke ku hûn jî dizanin di van demên dawî de HDP û DEVA Partî bi hev re li qadan dixebitin. Alîgirên HDP’ê piştgirî didin Partiya DEVA ya ku rêxistineke wê ya rast nîne. Yanî di bingehê xwe de tifaqa HDP-DEVA tê dîtin. Ev tifaqa li ser bingehê nîşaneya wê ye ku HDP û DEVA bi hev re beşdarî hilbijartinan bibin. Ew difikirin ku bi vê rêbazê dê zêdetir wekîlan hilbijêrin û beşdarî tûra duyemîn a hilbijartinê bibin. Tişta ku di paşperdeya siyasî de tê axaftin ev e. Kal û pîr dibêjin: “Dema ku mirov planan çêdike, qeder dikene.” Eger ew plan bi ser nekeve û Erdogan dîsa di tûra yekem de bi ser bikeve? Bersiv pir zelal e. Maseya 6 alî û şirîkên veşartî yên vê tifaqê HDP, FETÖ û PKK ji nişka ve di nava dîrokê de tên veşartin û êdî qet behsa wan nayê kirin. Ji ber ku ew vê dawiya neçar dibînin, ji her cure îtifaqên qirêj, fen û fît û çavê xwe li rêxistinên terorê yên wek PKK û FETO nagirin.

Back to top button