Civak

Wezîrê Tendirûstiya Kurdistanê dîsa hişyariya metirsiyê da

Wezîrê Tendirûstiya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ji niha pêde rojane bi dehan kes ji ber pejika Koronayê canê xwe ji dest didin. Sedema wê yekê jî ewe ku welatî pêgiriya rêkarên tendirûstiyê û xweparêziyê nakin.

Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ji ber girîng wernegirtina Koronayê û pêgîr nebûna rêkarên tendirûstî û xweparaziyê, gefeke metirsîdare û destpêkeke ji bo pêşbînîkirina berbelav bûna bi sedan pêketiyan û rêjeya mirinê di rojê da bi dehan kesan be.

Kurdistan bi giştî ———- Iraq bi giştî
Pêketî: 2.821 ———- 24.252
Başbûyî: 1.123 ———- 10.770
Can ji destdan: 75 ———- 7773

Amarên li gor bajarên Başûrê Kurdistanê

Silêmanî
Pêketî: 1.878
Başbûyî: 648
Can ji destdan: 63

Hewlêr
Pêketî: 747
Başbûyî: 354
Can ji destdan: 12

Dihok
Pêketî: 136
Başbûyî: 92
Can ji destdan: 0

Helepçe
Pêketî: 60
Başbûyî: 33
Can ji destdan: 0

Back to top button