WHO: Dermanek ji bo çareserkirina pêketiyên Koronayê eşkere kir

Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO World Health Organization) ragihand li gor lêkolînên ku hatîne encamdan, dermanê Dexamethasone ku li salên heştiyan heta niha ji bo kêmkirina nermbûna comgeyan(hestiyên di laşê mirovan de) dihate bikaranîn, bi tevahî kûştina pejika di nava pêketiyên Koronayê bi rêjeya yek li ser sê kêm dike.
Tedros Adhanom Ghebreyesus Rêveberê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê wê yekê jî ragihand: Hebên Dexamethasone ku li salên heştiyan ji bo kêmkirina êşên comgeyan dihate bikaranîn, li ser pêketiyên Koronayê hatiye taqîkirin û encama wê gelek baş bûye.
Rêxistina navbihurî wê yekê jî da zanîn ku dema ew derman di navbera wan pêketiyên Koronayê da hatiye taqîkirin ku pêwîstî bi bikaranîna amêrên destkir bu yan kêşe di koendamê henasedanê da pêknayne, hemara mirinê di nava wan nexweşan da bi rêjeya yek li ser sê kêm kiriye. Di demeke nêzîk de rêkarên çawayî ya bikaranîna vî dermanî belav dikin.