Cîhan

4 dewletên din bûne endamê Encûmena Asayîşê

Welatên Norwêc, Hîndîstan, Meksîka û Îrlanda bûne endamên nû yên Encûmena Asayîşê û ji bo endambûna encûmenê Kanada jî nekarî dengên pêwîst bi dest ve bîne û bibe endam.

Roja çarşem 17.06.2020 hilbijartin ji bo pênç ji endamên demkî yên Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî hate kirin û li hilbijartinan da Norwêc bi 130 deng û Îrlanda bi 128 deng li ser beşa kursiyên Rojawa de karîn bibin Endamê Encûmenê.

Kanada jî ku li hilbijartinê rikeberiya Nerwêc û Îrlanda dikir, bi tenê 108 deng bi dest xwe anî û nekarî bibê Endamê Encûmenê.

Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî pênc endamên herdemî heye ku ji Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanya pêktê. Ew pênc endam mafê wan yê vetokirina biryarên encûmenê heye.

Her wiha encûmenê de 10 endamên demkî heye ku her welatek dikare dû sal endamê encûmenê bê, salane jî pênç endamên encûmenê bi hilbijartinê têne guhertin.

Back to top button