Civak
Li bombebarana tirkiyê de Şivaneke Kurd canê xwe ji destda

Roja çarşem 17.06.2020 Firokeyên tirkiye navçeya Xinêreya ser bi bajaroka Sîdekan bombebaran kir û Birêveberê Bajarokê jî dibêje: Li bombebaranê da şivanek ber bombebaranê ketiye û canê xwe ji destdaye.
Bombebarana navçeya Xinêre demjimêr 11:00 bûye û Îhsan Çelebî Birêveberê bajaroka Sîdekan ya li tixûbê qezaya Soran ragihand, Şivan navî wî Ebas Mexdîde û temenê wî 30 sale û xelkê bajaroka Herîre. Ew dema ku bombebaran bûye mijulî çêrandina pezên xwe bûye.