Polîtîk

Bolton: Trump hez ji dîktatorên wekî Serokê Çîn û tirkiye dikir

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka li pirtûka xwe ya nû da çendîn nihêniyên di derbarê Donald Trump eşkere dike û dibêje: Donald Trump ji bo hilbijartina wekî Serokê Amerîka li pey ewe bûye ku Serokê Çînê hevkariya wî bike. Her wiha sozê bi Serokê tirkiye daye kêşeya Cîgirê Serokê Halk Bankê ji bo wan çareser dike.

John Bolton Şêwirmendê berê yê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka piştî dest ji karkêşana posta xwe û çûna derveya Koşka Spî, pertûkeke bi navê (The Room Where It Happened: A White House Memoir) wate “Eynika Koşka Spî.. Ew jûra tişt têda rûdayî” belavkir. Li pertûkê da çendîn zanyariyên nihênî di derbarê îdareya Donald Trump û Donald Trump bi xwe jî eşkerekiriye.

Bolton dibêje: “Donald Trump ji bo dûbare hilbijartina wekî Serokê Amerîka li pey eweye, Xi Jinping Serokê Çînê hevkariya wî bike”.

Bolton li pirtûka xwe da nivîsiye, li beşeke dinê pertûka xwe da John Bolton behsa ewe kiriye ku Trump girîngiyê bi wan serkirdeyên dîktatoran daye ku hez ji wan dike “wekî mînak Serokê Çîn û Serokê tirkiye.”

Her wiha dibêje: Li gulana 2018 Receb Tayib Erdogan Serokê tirkiye nameyekî ji bo Trump şandiye û jêre gotiye, Mihemmed Atîla Cîgirê Serokê Halk Bank bêtawane, Trump jî jêre gotiye, di dema ku ew dadwer hatin guhertin ku ser bi Barack Obama ne û dadwerên nêzîkî min destbikarbûn ezê wê kêşeyê çareser bikim.

Halk Bank. mezintirîn Banka li tirkiye ku ser bi Hikûmetê ye, li sala 1938 hatiye damezrandin li dîroka xwe da roleke ber bi çav berev pêşve birina aboriya tirkiyê de hebûye.

Li Adara 2017 Mihemmed Hakan Atîla Cîgirê Serokê Bicîhkarê Bankê ji aliyê Amerîka ve bi tometa binpêkirina sizayên Amerîka li ser Îranê hate destgîrkirin û paşê li ser vê pirsê û çend binpêkirineke din bi 30 sal zîndanîkirinê hate sizadan. tirkiye hewleke zêde daye ji bo azadkirina Atîla, her wiha xwestiye li gel Andru Branson ku qeşeyeke Amerîkî bû û li tirkiye hatibû destgîrkirin biguherin yan jî sizaya ser Atîlla kêm bikin.

Back to top button