
Li bajarê Kerkûkê niha artêş, polîsê federalî, hewalgirî, polîsê xwecihî, lîwaya 61 û her wiha 17 hevdeh hêzên cûda cûda yên ser bi grubên Heşda Şe’bî li Kerkûkê hatine bi cîh kirin.
Grûpa Qeyranên Navdewletî dide zanîn ku ew berbelaviya hêzan bûye sedema dilgiraniya Kurd û ereb û tirkmen û sunneyan û dibêje: Sedema wê yekê gendeliye ku beşek ji wan mijulî sepandina serane û bac û qaçaxçîtiya neftê dikin, her çende Bexda bi axaftinê li gel wan hemahengiyê daye, bi taybetî li rûyê emnî ve, lê belê eve bi kirdar nayê dîtin û hengav nayên avêtin.
Lîwa Tehsîn Xefacî Peyvdarê Operasyonên Hevbeşên Iraqê dibêje: “Operasyonên Hevbeş efserên Pêşmerge jî têda beşdarin û gelek car pêkve li gel efseran derdikevin ji bo dariştina plan û hemahengî kirinê, li navbera wan û me û hêzên ser bi Herêma Kurdistanê, her wiha her operasyoneke nêzîkî di navbera hêzan hebê yan jî lêdana Da’îş, hemahengiyeke bilind dikîn. Niha jî bi awayeke baş hemahengiya me li gel Pêşmerge heye, hêzên emnîyên me karîne rêgiriyê li her destdirêjiyek bikin, bi taybetî li wê qonaxa paqijkirina Da’îş ji navçeyê”.
Kerkûk ku çendîn sale bi nasnavê (bermîlê bi barût û bombeya demkî ya navçeyê) hatiye nasîn, nakokiyên Başûrê Kurdistanê li gel hemû Hikûmetên Iraqê li ser Kerkûkê bûye. Eger li gor destûr bûya, niha 13 sal bû bi jêbirina şûnewarên tehrîb û dengê xelkê resen, çarenivîsa wan yekalî bibûyan, lê belê rûdanên piştî 16ê cotmehê û ew serbazîkirina niha ya Kerkûkê, çarenivîsa nediyartir û kêşeyan aloztir kiriye.