Polîtîk

Amerîka di derbarê li hevhatina Kurdên Sûri de daxûyaniyek da

Amerîka di derbarê li hevhatina navbera Meclîsa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê  û    Partiyên Yekîtiya Niştimî ya Kurdî de daxûyaniyek belav kir.

Daxûyaniya Amerîka :

Di 16 Hizîrana 2020 de, li bajarê Hesekê Suriye, şandeyên Meclisa Niştimanî ya Kurdî li Sûriye û Partiyên Yekitiya Niştimanîya Kurd qonaxa yekemîn ji danûstandinên yekitiya Kurdî bi dawî kirin.
Her du şandeyan bi serokatiya PYD û KDP-S ji dezgehên ragihandina herêmî re piştrast kirin ku gihiştin lihevkirinên pêşînda ku Peymana Duhokê ya 2014 bikin bingehek ji bo berdewamkirina danûstaninên yekrêziya Kurdî, ku dê hevkariya Îdarî, Serwerî ûParastinê di tê de binirxînin.
Herdu aliyan li ser rênîkek siyasî ya hevbeş li hev kirin û tekez kirin ku ew dê berdewam bin danşstandinan de bi mebesta ku peymanek berfireh di pêşeroja nêz de îmze bikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka vê lihevkirina pêşîn weke pêngavek girîng a dîrokî ber bi lihevkirinên mezintir û hevkariya pratîk pêşwazî dike.
Herdu şandeyan cangoriyên mezin ên gelê Sûrî, nemaze ên canê xwe di şerên bi rûmet de feda kirin da ku cîhanê ji sitemkariya DAÎŞ biparêzin, pejirandin.
Ev li hevhatin sembola yekem pêngavek girîng a kordanasyonek siyasî ya mezintir di navbera Kurdên Sûriye bi pişgiriya Amerîkayê de. Her wiha dê bibe alîkar ji bo çareseriyek aştiyane ji aloziya Sûriye di bin biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî de, da ku hevalbendiya pêkhatiyên Sûrî yên dijberî rejima Esad bike.

Back to top button