Dr. Lezgînê Çalî : “Axa bê ziman û bê paşeroj her firotîye, her çûyî ye.”

Ne raperîn û ne korew çi caran li nik min bîrewerî yên pîroz nebûne!

Dema bi milyonan xelkê başûrê welatê min welat berda û hemî ji bo dijminî hêla, dibîya hemûyan zanîbîya ko dê rojekê ji bo m’aşî jî wê bifiroşin.

Hemî axa kurdistanê hindî peyveka zimanê kurdî bi qîmet nîne. Hemî axa kurdistanê hindî rondikên çavên zaroyê şehîdekê kurdistanê bi qîmet nîne. Hemî axa kurdistanê hindî helbesteka melayê cizîrî bi qîmet nîne.

Lê çi ji van, ne zimanê kurdî, ne bextewerî û paşeroja zaroyên şehîdan bê axeka serbest û azad, bê kurdistaneka azad bi dest ve nahên û misoger nabin.

Heker ez kurdistanê bixwazim ji bo kurdan û ji bo zimanê wan dixwazim. Kurdên ku buhayê nedin zimanê xwe, buhayê nedin paşeroja zaroyên xwe ji xwe axê bifiroşin an ne her ax firotîye. Axa bê ziman û bê paşeroj her firotîye, her çûyî ye.

Berpirsên ko ax û av û dar û ber û nefta kurdistanê ji bo berîka xwe difiroşin û zimanê kurdî li ber pê yên xwendingehên tirkî û libnanî û amerîkayî û fransî qurbanî dikin û nikarin ji bo parastina berdewamî ya vê xwarina xwe jî di gel hev û din rûnin, her kurên wî miletî ne k evro bi dilxweşî û bi tirane ve behsa hatina leşkerê tirkan bo ser axa xwe diket û xwezîkên hatina heşdê diket da belkî m’aşê wî yê misoger bit û nafikire ku dibe her roj jin û bûk û keçên wan ji malên wan bihên derêxistin û hetikkirin.
Kî binase kî qurbanî, ne giring e.

Ew berpirs û ev milet hevkûfên hev in.


نە راپەررین و نە كۆررەو چ جاران ل نك من بیرەوەری یێن پیرۆز نەبوونە!

دەما ب ملیۆنان خەلكێ باشوورێ وەلاتێ من وەلات بەردا و ھەمی ژبۆ دژمنی ھێلا، دبیا ھەمیان زانیبا كۆ دێ رۆژەكێ ژبۆ معاشی ژی وێ بفرۆشن.
ھەمی ئاخا كوردستانێ ھندی پەیڤەكا زمانێ كوردی قیمەت نینە. ھەمی ئاخا كوردستانێ ھندی رۆندكێن چاڤێن زارۆیێ شەھیدەكێ كوردستانێ قیمەت نیە. ھەمی ئاخا كوردستانێ ھندی ھەلبەستەكا مەلایێ جزیری قیمەت نیە.
لێ چ ژ ڤان، نە زمانێ كوردی، نە بەختەوەری و پاشەرۆژا زارۆیێن شەھیدان بێ ئاخەكا سەربەست و ئازاد، بێ كوردستانەكا ئازاد ب دەست ڤە ناھێن و مسۆگەر نابن.
ھەكەر ئەز كوردستانێ بخوازم ژبۆ كوردان و ژبۆ زمانێ وان دخوازم. كوردێن كۆ بھایێ نەدن زمانێ خوە، بھایێ نەدن پاشەرۆژا زارۆیێن خوە ژ خوە ئاخێ بفرۆشن ئان نە ھەر ئاخ فرۆتیە. ئاخا بێ زمان و بێ پاشەرۆژ ھەر فرۆتیە، ھەر چوویی یە.
بەرپرسێن كۆ ئاخ و ئاڤ و دار و بەر و نەفتا كوردستانێ ژبۆ بەریكا خوە دفرۆشن و زمانێ كوردی ل بەر پێ یێن خواندنگەھێن تركی و لبنانی و ئامەریكایی و فرانسی قوربانی دكن و نكارن ژبۆ پاراستنا بەردەوامی یا ڤێ خوارنا خوە ژی دگەل ھەڤدو برروونن، ھەر كوررێن وی مللەتی نە كۆ ئەڤرۆ ب دلخوەشی و ب تررانە ڤە بەھسا ھاتنا لەشكرێ تركان بۆ سەر ئاخا خوە دكت و خوەزیكێن ھاتنا حەشدێ دكت دا بەلكی معاشێ وی یێ مسۆگەر بت و نافكرت كۆ دبت ھەر رۆژ ژن و بووك و كەچێن وان ژ مالێن وان بھێن دەرئێخستن و ھەتككرن.
كی بناسە كی قوربانی، نە گرنگە. ئەو بەرپرس و ئەڤ مللەت ھەڤكووفێن ھەڤن.

Nerîna min :