Bombeyek çandî teqiya 4 sivilan jiyana xwe ji dest dan
Li devera navçeya Silopî bombeyak çandî di wesayetek sivil de teqiya û di encam de 4 karkerên ku li ser çêkirina rê dişixolîn jiyana xwe ji dest dan.
Li devera Silopî karkerên ku li ser rê kar dikiran dema evarî ji karê xwe vegerin mal, di rêya wan de bombeyek çandî hate teqandin. Di otomobilê de 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Duh evarî demjimêr 18.35 xulekan de bombeyek çandî di bin wesayeta karkeran de hate teqandin. Her çar kesên otomobilê de jiyana xwe ji dest dan. Termê miriyan rakirin nexweşxaneya Şirnexê. Kesû karên kesên jiyana xwe ji dest dayîn di cih de çûn cihê bûyerê û li ber nexweşxaneyê jî kom bûn.Li devera Girê Kurtikê li ser rê teqîn pêkhatiye kesên jiyana xwe ji dest dane ji navçeya Basa ne û termê wan li Basa binax kirine.
Emin Eroğlu, Haci Atilla, Nesim Beştaş û Osman Tuncaj di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.