Cîhan
Suudiye, tirkiye û îranê şermezar kir

Hikûmeta Erebîstana Suudiye bombebaranên firokeyên tirkiye û topbarana topxaneyên Îranê ya li ser “axa Iraq”ê şermezar kir û wan kirdaran bi “dijminkarane” wesif kir.
Wezareta Derveyê Suudiye li daxuyaniyeke taybet belavkir û têda ragihand, dijminkariya tirkiye û îranê ya li ser axa Iraqê şermezar dikîn û wan kirdaran destêwerdana li karubarê welateke “Erebî” û destdirêjîkirina ser axa wê û gefkirina li asayîşa Erebî û herêmî û berevajiya bingeh û peymannameyên navdewletî dibînin.
Wezareta Derveyê Suudiye piştevaniya welatê xwe jî ji bo Iraqê dûpatkir.