Wezîrê Eşo koça dawî kir

 Wezîrê Eşo di Yekê sermaweza 1934an de li paytextê Gurcistanê, li bajarê Tiblîsê ji dayîk bûye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtkaya Agiriyê koç kirine.

Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha paytexta Ermenistanê xwendiye, di navbera salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar kiriye. Salên 1961–1963 wek berendamê doktorayê beşa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê li Lenîngradê (Sankt Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr bûye. Salên 1964–1983 weke redaktorê sereke yê polîtîk di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar kiriye. Salên 1983–1994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di beşa weşanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de kar kiriye.

Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên rojnameya Rya Teze û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin, gelek jî di radyoyê de hatine weşandin.

Wezîr endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyetê bû.

Wezîr di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên Kurd a bi navê Erebê Şemo bûye.

Wezîrê Eşo ev e çend sal in li Belçîkayê dima. Li wirê jî her xebata nivîskariya kurdî berdewam bûye.

 SERSAXÎ

Bi rastî em gelek bi koçkirina nivîskarê Kurd Wezîrê Eşo xemgîn bûne, diviya wî hinekî din jî xizmet ji Zimanê Kurdî re kiribûna. Lê belê gava mirin tê, li stuxwariya bindestan mêze nake. 
Bi koçkirina Wezîr êş û derdekî giran pêşî li malbata wî û li dost û xizmên wî, herweha li heval û hevriyên wî peyda bûye. Lê belê ji ber ku mirin fermana Xwedayê mezin e, çareya astengiyê jê re tune. Bila Xwedê semax û hedan bide malbata wî, bide dost û heval, xizm û hevriyê wî. Bila serê Neteweyê Kurd sax be. Xwedê Bi hêviya ku şûna Wezîr vala nemîne. Înna lîllh we înna îleyhî racîûn…

 

 

Zeynelabidin Zinar

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: