Polîtîk

Pêşmerge li ber deriyê Musilinê

Fermandeyekî pilebilind ê Pêşmerge li eniya rojhilat û rojavayê Dîcleyê ragihand, hêzên Pêşmerge pir nêzîkî bajarê Mûsilê bûne û baregeh û navendên DAIŞê yên li nav Mûsilê didin ber topan.

Fermandeyekî Pêşmerge li eniya Dîcle ya şerê DAIŞê, ku navê xwe eşkere nekiriye, di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kiriye ku di encama operasyonên du rojên borî yên li nêzîkî Mûsilê de, derb û ziyanên giran li DAIŞê ketine û wiha got: “Serkeftina Pêşmerge û topbarana îro ya Pêşmerge tirsek mezin xistiye nav dilê terorîstan û morala wan pir daketiye.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên Pêşmerge pir nêzîkî Mûsilê bûne û baregehên çekdarên DAIŞê yên li nav bajêr didon ber top û bombeyan.

 

Naveroka daxuyaniyê ev e:

“Agirê Pêşmerge gihîşt çeperên DAIŞê yên li nav Mûsilê!

Piştî wan serkeftinên ku di heyama du rojên borî de li nêzîkî Bendava Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatin bidestxistin, îro agirê topbarana hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê gihîşt baregehên DAIŞê yên li nav bajarê Mûsilê. Topxane û hêza mûşekî ya Pêşmerge bi tundî çeper û baregehên terorîstên DAIŞê yên li nav bajêr bombebaran kirin û ziyanên mezin li terorîstên DAIŞê dan.

Serkeftina Pêşmerge û agirbarana îro ya hêzên Pêşmerge tirsek mezin xistiye nav dilê terorîstan û morala wan pir daketiye.

Em gelê hêja yê Kurdistanê ji vê yekê piştrast dikin ku li her dera ku DAIŞ hebe, baregeh û çeperên wan li kuderê be dê li ji agirê Pêşmerge nefilitin û destê polayî yê Pêşmerge dê wan bişkêne.

Di berdewamiya operasyonên serkeftî yên Pêşmerge de, îro pêşmergeyên qehreman karîn gundên Şindoxa û Qadisiyê ji terorîstên DAIŞê bistînin û ziyanek mezin li wan bidin.

Serkeftin ji bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê!

Rûreşî û binketin ji bo terorîst û dujminên Kurdistanê!”

Back to top button