Polîtîk

Sedema bingehîn a qetilkirina zarokên me bêdewletbûna me ye

 

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Zarokên Kurd ên ji aliyê dagirkeran ve hatine kuştin… Em yek bi yek navên wan binivîsin, pirtûk têrê nakin. Em qala zarokên Sînemaya Amûdê bikin, qala zarokên Helepçe û Enfalan bikin, qala Ceylan Önkol, Uğur Kaymaz, Medeni Yıldırım an herî dawî zarokê 12 salî ya ku li Cizîrê hate kuştin Nihat Kazanhan bikin…

Heta niha zarokên me tim hatin kuştin û ji niha pê ve jî aqubeta wan bi me ve girêdayî ye. Dema em van navan dibihîsin, tesîreke çawa li ser me dikin? Aqubeta zarokan, bi vê tesîrê ve girêdayîye. Ger em bi bihîstina navên zarokên xwe yên kuştî, hew xemgîn dibin û herî zêde piştî du hêsiran ji bîr dikin; wê demê wê aqubeta wan neguhere û wek ku heta niha dibû wê ji îro pê ve jî ji aliyê dagirkeran ve bêne kuştin. Lê ger em bi bihîstina wan navan li gel xemgîniyê bifikirin ku zarokên me çima dimirin û çima ji destên me tiştek naye; wê demê em dikarin sedemên wî û çareseriya wî bizanibin û dikarin pêşî lê bigirin.

Ger em bi awayeke zelal û bêyî ku di tesîra fikrên biyanî bimînin bifikirin, emê bibînin ku sedema bingehîn a qetilkirina zarokên me bêdewletbûna me ye. Ji bo ku em vê rastiyê nebînin an vê rastiyê şolî bikin, gelek tişt tên gotin. Yên herî bi tesîr ên ji van gotinan jî yek “Biratiya Gelan” a duyem jî “Biratiya Ometê” ye.

Heta niha em Kurd herî zêde bi van derewan xapiyan. Lê di rastiyê de fikrên herî zêde xisarê didin me ev fikrana ne. Heta niha kîjan gelê bira helwestek danî li hember kuştina zarokên Kurd? Heta niha kîjan birayê ometê ji bo pêşî li van kuştinan bigire kete nava hewldaneke.

Rastî ev e; heta em li ser axa xwe nebin desthilatdar û nebin xwedî qewet, cihê me li tu deran tune ye. Pêşî jî di nav “Biratiya Gelan” û “Biratiya Ometê” de… Lê kengî em bûn hêz û me karibû zarokên xwe biparêzin, wê çaxê deriyê hemû deran wê li pêşiya me vebin. Dîsa di serî de deriyên “Biratiya Gelan” û “Biratiya Ometê”…

Tu fikrên ku ne di xizmeta dewletbûna Kurdistanê de bin, nikarin zarokên me biparêzin û pêşî li kuştina wan bigirin. Loma divê em hemû fikrên entegrasyonparêz ji Kurdistanê dûr bixin. Heta ev hişmendî li Kurdistanê nebe serdest, emê hîn pir li dû zarokên xwe bigirîn, Loma em dibêjin;

 

Bimire Fikrên Entegrasyonparêz!

Bimire Komara Demokratîk!

Bimire Îxanet!

Bijî Serxwebûna Kurdistan!

Bijî Dewletbûn!

 

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

23.01.2015

 

Tevgera Ciwanên Kurdistanê  

Tevgera Ciwanên Kurdistanê 

Tevgera Ciwanên Kurdistanê 

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button