Cîhan

Serokwezîrê Kurdistanê û şaredarê Londonê civiyan

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 22.01.2014ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Boris Jonson şaredarê Londonê û şandeya pê rek u, ji Nedîm Zehawî endamê parlamentoya Birîtaniyayê û hijmareke karsazan pêkhatibû kir û di civînekê de şaredarê Londonê kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, ew pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bidest xistine gelek ji hindê pêtire yaku dihate pêşbînî kirin û rola hikûmeta herêma Kurdistanê di wan pêîkeftinan de bilind nirxand.

Şaredarê Londonê behsa serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî DAÎŞê de kir û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên şehîdên pêşmerge kir û got ku, xelkê Birîtaniya bi gelek giringî ve serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorê ku bi mêrxasane li dijî çekdarên DAÎŞ bergiriyê dikin dişopînin. Wî di axafatina xwe de tekîd kir ku, teror ji tixûbên deverê derketiye û ew ji bo Ewropa û Birîtaniyayê jî gefek mezine.

Şaredarê Londonê tekîd li ser wê yekê kir ku, Birîtaniya bi giştî û şaredariya Londonê bi taybetî dixwazin têkeliyên avaker û saxlem bi herêma Kurdistanê re hebin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê sipasiya serdana şaredarê Londonê bo herêma Kurdistanê kir û ew serdan bi pêngaveke giring ji bo jinêzîkdîtina rewşa herêma Kurdistanê wesif kir. Barzanî rola Birîtaniyayê di pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyên însanî û leşkerî bo herêma Kurdistanê bilind nirxandin û got ku, xelk û hikûmeta Birîtaniyayê di salên 90î sedsala borî jî de, hevkariya herêma Kurdistanê kiribû û bi alîkariya wan serkeftin bidest ve hatin.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku, ji bona zêdetir serkeftinên pêşmerge û jinavbirina terorê, Birîtaniya zêdetir hevkariyê bi Kurdistanê re bike û pêdawîstiyên pêşmerge di warê çekê giran, cebilxane û meşiq û rahînanê de dabîn bike.

Barzanî tekîd li ser xwesteka herêma Kurdistanê kir ku, dixwaze têkeliyên di warê êkonomî, siyasî, kulturî û civakî de bi Birîtaniyayê re geştir bike

Back to top button