Îro în 23.01.2015 li baregeha Fermandeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li mîhwera Rojavayê Dîcle birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Dr. Berhem Ehmed Saleh Cîgirê Duyemê Sekreterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û şandekî li gel kir ku ji Herêm Kemal Axa û Şalaw Kosret Resul Endamên Serkirdayetî û Rêbaz Bêrkotî Serokê Fraksiyona Sewz(Kesk) li Encûmena Parêzgeha Hewlêr û Derbaz Kosret Resul Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.
Di vê kombûnê da şanda mîhvan destxweşiyê li Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ji bo wan serkeftinên ku li bereyên rûbirûbûna terorîstan de bi dest ve anîne û serxweşiyê jî li kesukarê wan Pêşmergeyên qehremanan kir ku li şerê dijî terorîstên Da’îş de şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwestin.
Her li vê civînê de rewşa navçeyên azadkirî û bereyên şer hate nirxandin û tekez li ser palpiştîkirina hêzên Pêşmerge kirin û di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê guftûgoyê kirin.
Her wiha li vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera aliyên siyasiyê Kurdistaniyan li vê rewşa dijwar û pir tehdîd de kirin û tekez li wê yekê kirin ku yekrêziya di navbera aliyan û piştgîriya hêzên Pêşmerge mîsogeriya serkeftina gelê Kurdistane.
Pista xwe bidin Barzani ne Irana xunxar cimki Barzani bi tucara xirabtiya kurda naxaze hun pepuken xomeyni Hewlere u silemaniye didin beri hew \r\n\r\nDísa Iranien pust gava ku ten Kurdistane gere pesve hérin Hewlere cimki li vir Hikumete ku kurd heye cima hun pesvaziya xomeyni ya li silemaniye dikin dísa hun Hikumeta kurdistane picuk dixinin bejin armanca Ynk ciye….\r\nSilemaniye ji u Hewlerji Her du bajaren kurdine le bele Hewler paytexte Kurdistaneye\r\nKijan serok u weziren biyani ten kurdistane gere pesta hérin Hewler pase bajaren din.\r\n\r\nSer e sala 1991 ji ara Pdk u Ynk gere be birkirin.\r\n\r\nBere xwe bidin mileten xwe buyeren we nabin armanca partiditiye hérin bi Barzanira biciwinin ew bi tucara kurdeki picuk nabine \r\n\r\nHindiki dirok u filosofía e bixunin qurreti u xaxinti u cav nebarbuneda kesek ne gihistiye armanc ango menzila Xwe.\r\nDísa bir nekin Iran bi tucara Kurdistán a serbixwe naxaze.\r\nKes en mina alawi we nekene dibe kijan Kurdistán ya Hewlerji ya silemaniye ango ya qamisloye ……..?\r\n\r\nXwe nujen bikin ji sala 1536 li ser KURDAN agir dibare mafe milet pes hemu mafen partiditiyeye.\r\nSilva u Rez