Nivîsar

Wezîrê Bergiriyê Sûriye li Qamişlo çi dike!

Hê çend rojek li ser ragihandina (Îdare) ya PYD ya Saleh Muslîm de, derbas nebûbû, Wezîrê Neftê Rêjîma Sûriye, serdana navçeya “Rimêlan” a neftê û Kurdnişîn kir. Piştî wî jî, berî çend roj, Fehid Casim El Ferec Wezîrê Bergiriyê Rejîmê, çû Qamişlo, li wir jî serdana derbasgeha “Til Koçer” hev sînorê “Rebî’e” ya Iraqê de kir û derbasgehê vekir. Ev nûçe hevîrekin ku gelek avê vedixwin. 

Rimêlan, mezintirîn çavkaniya nefta Sûriye ye. Eger li bîra we bê, çend meh berî niha, PYD propagandayên mezin ki û got: Me Rimêlan ji Cebheya Nusre paqij kir. Saleh Muslim jî, behsa firoştina neftê dikir û li pey kiryaran digeriya. 

Eger wiha ye, Wezîrê Neftê Rêjîma Bees, ji bo çi û çawa serdana kompanya neftî ya Rimêlan kir? li vê rewşa Sûriyê da, kî cenabê Wezîr diparast? 

Qurban, Wezîrê Neft bi her awayî Wezîrê Bergirî ye ku yekem berpirsiyarê meydana hemû karesatên îro ya Sûriyê ye, çawa gihîşte Qamişlo? 

Êdî PYD îdareya xwe cihî ya Qamişlo çi lê hat ? ma nabêje bikuj û bi bir ez bi xwe me, Wezîrê Bergirî çawa li Firokxaneya Qamişlo ve gihîşte nava bajar û li wir li gel Qaymeqam û Fermandeyê Serbazî û Emniyan civiya. Eger ne ji bo parastina canê cenabê Wezîr be, çekdarên PYD ji bo çi hemû rêyên bajar bi tundî girtibûn û yek bi yek xelkê kontrol û pişkinînê dikirin? 

Em Qamişlo jî bihêlin, Wezîrê Bergirî yê Sûriye ku li gor axaftinan ji şer nawêrê ji Şamê derkeve, çawa bi otomobêl dehan km ji Qamişlo ve berev Til Koçer çû û li derbasgehê ku Muslîm dibêje di destê me ye, li gel fermandeyên serbaziyên Iraqê li Rebî’e, civiya û her wê rojê jî peymanek kirin, derbasgeh bi her dû aliyan de vekin? Eve halê wê “îdareya demokratî” ya PYD ye ku ji bo xwe reklamê pê dike. 

Em ji wan re dibêjin, ma gelo PYD ne li bereya şoreşê daye û ma ne hun şoreşgerin, bigre dijî şoreşin û zilamekî xwedî rimê berdestê şu’beya emnî ya siyasiya Hesekene. Dehan fîlm û dokumentê Nûsra li berdest dane ku çekdarên we li pêş leşkerên Esedin, înkar dikin. Ku em dibêjin hun tenê pasewanekî demkî yê kêlgehên neftêne û li çarçêweya lîstokekî herêmî de, têne bikaranîn, me bi xayîn bi nav dikin. 

Eger bawer nekin, li înternetê navê (Emer Osê) kadîrê bilindê PYD lê bidin, bizanin bi devê xwe li televîzyonekî alîgirê rêjîma Beşar Esede ve çi dibêje. 

LI dawî ya dawî de Saleh Muslîm, di derbarê wan sedan hezar û bigre milyonan Erebên Be’esî yê Sûriye li heftiyên sedsala pêşî de dişîne gund û navçeyên Kurdnişînên her sê parêzgehê Heleb, Reqe û Heseke kirin û gundên herêmê te’rîb kirin û Kurdan jê derxistin. Bi ajansekî dinyayî de dibêje: Ew birayê mene û azadin heta hetayê li cihên xwe bijîn. Dizanin ji bo çi? Ji ber ku hemû alîgirên rêjîmê ne.

Abdulrezaq Elî

Back to top button