Bavê Şivan Perwer Yûnûs Aygun, namzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Şanliûrfayê yê AK Partiyê Celalettîn Guvenç ziyaret kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Bajar a AK Partiyê, li avahiya partiyê Aygun û Guvenç hatin bal hev û demekê sohbet kir.
Aygun got ku ez ji bo piştgirîdayîn û pîrozkirina namzediya Guvenç hatim serdana wî. Aygun, got ku di AK Partiyê de “hîle” tuneye û divê civak li AK Partiyê xwedî derkeve.
Guvenç jî got ku Şivan Perwer ji hunermendên girîng ên Şanliûrfa û Tirkiyeyê ye.
Guvenç wiha dewam kir: “Dewlet û milet hev du hembêz dikin, dibin yek. Niha li Tirkiyeyê aramî heye û înşellah wiha dewam bike. Bi piştgiriya gel em dê vê aramî û ewlehiyê daîm bikin. Bi aştiyê dê welat, di pêşerojê de geştir bibe. Sektora xizmetê, turîzm û pîşesaziyê dê pêş bikeve û dawî li xizanî û bêkariyê bê. Ev kar bi sloganan çênabin. Ev kar bi xebatê tên kirin. Piştgiriya kesên wek apê Yûnûs ji bo me girîng e. Înşellah em dê Şiwan Perwer bînin û ew dê destê bavê xwe ramûse. Dema ku hat Diyarbekirê ez lê geriyam û min ew vexwend Ûrfayê, lê wî ji ber rêz û rêzikên protokola Barzanî got ku ez nikarim bêm. Înşellah em dê hev du bibînin û bi van geşedanan ciwanên me jî bextewar bibin.”