Wezareta Pêşmerge hişyarî da PKKê!

Ji berî niha hefteyekî PKKê ragihandibû ku, dê li başûrê Kurdistanê hêzekî çekdarî bi navê “Hêzên Parastina Cewherî“ damezirandiye.

Li hember vê yekê berpirsê Saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî li wezareta Pêşmerge Babekir Feqê ji BasNewsê re ragehand, wan ev babete gotûbêj kirine.

Herwaha diyar kir her grubek destdirêjî ezmûnên herêma Kurdistanê bike, hikûmeta herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge mafê wê heye berevaniyê li xwe bike.

Berpirsê wezareta Pêşmerge neveşart ku ew grubane ‘’Destê derve li pişt wan e’’ û dixwazin bi rêya wan hewldanan ve aramî û asayîşa Kurdistanê têkbidin, armanca wan binpê kirine, ‘’Lê nikarin ti tiştekî jî bikin.’’

Herwaha aşkera kir, hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê, derbarê vê gruba PKKê ava kiriye de, dê xwedî helwêstekî dij be. Ji ber hêzên hevpeyman alîkarê seqamgiriya asayîşa Kurdistanê ne. ‘’Her grubek jî awayê têkdanê bike armanc, dê hêzên hevpeyman bikevin ser xetê û bertek li hember nîşan bidin.’’

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: