PKK min bi kuştinê tehdît dike

Niviskar û rojnamegerê naskirî yê kurdên Soveyta berê Hejarê Şamîl ji ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye û tê da ragihandiya Partiya Karkerkên Kurdistanê (PKK) gefa mirinê lê dixwe.

Hejarê Şamîl nivîskarê naskirî yê kurdên Sovyeta berê ji ser êvara 01-07. 2019an saet 01:00ê da ji  rûpela xwe ya facebookê daxuyaniyeke belav kir. Di daxuyaniyê da bang li rayagiştî ya kurdan kiriye û aşkere kiriye ku PKK gefa kuştinê lê dixwe. Daxuyaniya Hejarê Şamîl wihaye: “PKK min tehdît dike! Ez we re dibêjim, PKK min ji mirinê tehdît dike! Fêm dikin, an na?PKK min tehdît dike!

Ez we re dibêjim, PKK min ji mirinê tehdît dike! Fêm dikin, an na?

Ez ne eşîr im, ne partî me. Xêynî welatparezên Kurdistanê tu piştevanên min nîne.

Xwînê min helal e, dibêjin?

Ggr dixwazin li ser cenazeyê Hejar ê “edebiyatê welatparaziyê” bixuliqînin, dikarin bêdeng bimînin…”

BasNewsê hewil da derbarê gefên PKKê li ser Hejarê Şamîl lligel Hejarê Şamîl qise bike lêbelê Hejarê Şamîl amadenebû di wê derbarê da zanyariyan bide ajansa me.

Li aliyê din heta aniha PKKê jî derbarê daxuyaniya nivîskar Hejarê Şamîl da ti daxuyanî belav nekiriye.

Hejarê Şamîl kî ye?

Hejarê Şaîl nivîskarekî naskirî yê kurd e ku di 16ê tîrmeha 1966an de li Kelbecerê (Azerbaycan) hatiye dinyayê. Kurê Şamîlê Selîm Esgerov û Nazîle Manafova (Esgerova) ye. Bavê Hejarê Şamîl Şamîlê Selîm Esgerov jî yek ji rewşenbîrên naskirî Sovyeta bere ye. Hejar bi tirkî, kurmancî, rûsî û azerî neh kitêb amadekirine. Aniha editorê malpera kurdistan-post.eu ye

Hejarê Şamil li bajarê Bakûyê fîlolojî xwendiye (1984-1990). Dû re xebatkarê weşanxaneya “Yazıcı” (li Bakûyê, 1989-1991) bûye. Li rojnameya parlamêntoyê Azerbaycanê Heyat de wekî nûçegihan (Bakû, 1991-1993) xebitiye. Editorê beşa azerîkî, di rojnama Dengê Kurd (Bakû, 1992-1994) bûye, pişt re kovara Kurdistan Raport (Moskow, 1994-1997) û rojname Maxmûr (Kurdistana Başûr, 2000) de rojnamevanî kiriye. DI 2008an de peyamnêrê AkNews bûye. Cîgirê rêdaktorê kovara Nûbar (li Qazaxistanê, 2004-2010, rêdaktorê radyoyê Qirgizistanê, beşê kurdî (Qirgizistan, 2005-2010) û rêdaktorê sereke weşanxaneya Zengezûrê kiriye.

Hejar neh pirtûkên nivîsandine:

Şerê eqilan (Başûrê Kurdistan, 2000, bi tirkî).

Di pêşiya de sê xal (Başûrê Kurdistan, 2001, bi tirkî).

Rêya ewlekariyê (Başûrê Kurdistan, 2000, bi hevbeşî hatiye nivisandin, bi tirkî).

Diaspora Kurda (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirki).

Gulnar û Ocalan (Stembol, Pêrî, 2005, bi tirkî).

Kinyazê Îbrahim (Stembol, Pêrî, 2007, bi tirkî).

Jiyan di rêya welatparêziyê de (Qazaxistan, 2007, bi kurdî).

Diaspora Kurdên YKS (Qirgizistan, 2007, bi rûsî).

 

Jêder: Basnews

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: