Heşda Şeibî dibe beşek ji artêşa Iraqê

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê Heşda Şeibê de çend biryar derxistin û li gor yek ji wan biryara Heşdar Şeibî tevlî hêzên fermî yên Iraqê dibe û tevahiya ofîsên wê têne girtin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî roja 01.07.2019ê biryarnameyeke leşkerî belav kir ku têde çend biryar derbarê Heşda Şeibî de bûn.
Li gor biryarnameyê grûbên ku naxwazin tevlî aliyên çekdar bibin, li gor yasayan dikarin bibin partî yan grûbên siyasî û dikarin bo parastina ofîsên xwe yên sîvîl çekên bi destûr li ser xwe bigerînin.
Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku grûbên dizî an bi eşkera dervey yasayn bi çek xebatan bikin, dê bêne cezakirin.
Adil Ebdulmehdî biryar da ku Heşda Şeibî bi hêzên fermî yên Iraqê ve bê girêdan û ragihand ku hemû ofîsên darayî yên dervey çarçoveya nû ya Heşda Şeibî dê werin daxistin.
Ebdulmehdî ferman daye ku hemû bazgehên wê rîxistna çekdar jî dê werin daxistin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha destnîşan kir ku Serokê Desteya Heşda Şeibî dê ji aliyê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ve bê diyarkirin.
Adil Ebdulmehdî xwestiye ku divê herî dawî ew biryarname heta 31ê Tîrmehê bêne bicihkirin û dibe ku derbarê Heşda Şeibê de çend biryarên din jî bêne derxistin.

