Hevpeyvîn

PKK xizmeta Tirkiye dike

Di hevpeyvîneka taybet de bi Kurdistan 24, Arif Qurbanî, nisvîkar û rojnamevan rexneyên tund li sîyaseta PKKyê li dijî Herêma Kurdistanê girt  û ragehand: PKKyê şergeha xwe hêlaye û hatîye di Herêma Kurdistanê de û PKKyê weha kirîye ku Turkîya şerê bixe derveyê sinûrên  xwe û ev jî xizmetkirina Turkîyayê ye û pêdivîye PKK şerî bibe di kûrahîya axa Turkîyayê de nekû li Qendîl û Xwakurkî be.

Li ser pêkanîna hêzeka çekdar ji alîyê PKKyê ve, Arif Qurbanî got: Em rexne li Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) digirîn ku nabe li derve ya sîstema berevanîya Kurdistanê ku Wezareta Pêşmergeye hêzên Hizbî hebin vêcar çawa hêzeka din ku ser bi parçeyeka dîya Kurdistanêye rewayê dide xwe hêzên çekdar li Herêmê durist bike. Pêdivê biraderên PKK bi xwe rewşa Herêmê bixin berçavan. Ew li bakûra Kurdistanê û rojavaya Kurdistanê rê nadin hêzên çekdar li dijî Tirkîya û Suryayê durist bibin.

Qurbanî dibêje: Min divê bi aşkera bibêjim, ewa Turkîya, Îraq, Surya û Îran dikin pişkeke ji pîlanên Herêmînî dij bi her çar parçeyên Herêma Kurdistanê. Welatên derdorên me li vê deverê dijî Kurd in wek netewe vêcar li her direkê be. Nabe em jî delîveyê bidin wan ku destên wan vebûyî be bo lêdana bizava Kurdî.

Zelal jî kir, PKK eger di kûrahîya Turkîyayê de şerî li gel dewletê bike, Turkîya bi vê endazeyê dest vebûyî nabe weku ku niha li Qendîl û Xwakurkê dike.  Çunku bo Turkîya ne girinege eger Herêm hemû bibe agir, lê eger di nav Turkîyayê de rûbirûyê PKKyê bibe , bêguman wê çaxê zîyanên mezintir bi Turkîyayê dikeve û dest vebûyî namîne û ev yek jî bo PKKyê baştire eger bivêt zîyanê bigehîne Turkîyayê. Lew ewa ku niha rû dide, zemîne xweşkirine daku Turkîya şerî bibe derveyê welatê xwe û ev yek jî ku PKK dike xizmetkirina armancên Turkîyayê ye.

Herweha Arif Qurbanî got:  PKK li Tirkîya û li rojava Kurdistanê rê nade ti hêzek din yên çekdarî li dijî Turkîya û rijêma Suryayê durist bibe. Eger PKK karîbe li rojavaya Kurdistanê delîveyekê  ji xwe re veqoze li ser kîsa hêzên xebatkarên din ên Kurd meydanê ji xwe re tenê dagîr bike, lê li başûra Kurdistanê hewldan bo dûbarekirina wê ezmûnê serkevtî nabe. Herêma Kurdistanê zêdetir ji nîv sede ye xûnê dirêje bo bi dest ve anîna ev azadîya ku niha heye û vir xwedî hêza xwe ye û nabe başûra Kurdistanê bibe navenda yek alîkirina nakokîyên wan.

Back to top button