Nivîsar

Ji bilî Bakurê Kurdistanê PKK her derê diparêze

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pilan û bi stiratejiyeke domdirêj li Başûr kar dike û hemû şiyanên xwe xistîne kar ji bona ku tecrûbeya  Rojavayê Kurdistanê  li Başûr jî  bi cî bike. Yek ji pilanên  cîbicêkirina stiratejiya PKKê, bikaranîna hêzên çekdar e, anko ragehandina cengê ye li dijî hikumeta Başûrê Kurdistanê, bi taybetî pişitî bi harîkariya rjêma Ba’s û bi rêya hevpeymaniya navdewletî çek û cebilixaneyeka mezin ketiye destî, li Rojava xwe feriz kir. PKKê şengal, qendîl û gelek deverên din li başûr, li ser hesaba xelkê sivîl û kêmderamet,   kirîne qada cenga xwe û Tirkiya  û rojane ziyanên mezin yên canî û malî digehîne xelkê van deveran û xelk jî neçar dibe gundên xwe vala dike.

Bizav, çalakî, provakasiyon û maytêkirinên PKK di karubarên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê da belgeyekê haşahelinegre ku PKK her ji serheldina Başûr (1991) ta îro palderê têkdana tenahiya siyasî, aborî û civakî ya vî beşê azadkiriyê Kurdistanê bûye. Wê hemû giraniya xwe daye ser vî beşî û heya nuke bihustek jî li Bakurê Kurdistanê ku, qada rasteqîne ya xebat û têkoşîna  wê ye, azad nekriye! Beruvajî, hêzên Rojhelatê Kurdistanê, ji bona parastina tecrûbeya Başûr qurbaniyên mezin dane.

Tşitê balkêş, PKK demekê piropagendeya Kongireya Netewî û yekgirtina hêz û aliyên siyasî û leşkerî yên Kurdistanî dikir bi mercê PKK partiya rêber be û Ocelan jî serokê netewî be.

Îro jî  PKK û serokatiya  wê ya li Qendîlê, bangeşeya Tirkiyeyeka bi hêz, Îraneka bi hêz,  Sûriyeyeka bi hêz û Îraqeka bi hêz dke! Bi kar û kiriyar şer ji bo parastina yekêtiya axa van dewletan dike û ew, dewleta neteweyî li ser asayş û emnîyeta van dewletên dagîrker bi metirsî dizane.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Pêşmerge û malbata Barizanî ji bo damezirandina dewleteka kurdî kar dikin, PKK jî, wan li ser pilan, piroje û stiratejiya xwe û havpeymanên xwe bi metirsiyak mezin dibîne.

Siyaseta îro PKK dimeşîne bi rêya avakirina hêzên çekdar ji xelkê deverên li jêr kontirola wê li jêr navên ecêb û cuda, siyaseta Cengîzxan, Teymurleng û Osmaniyan tîne bîra mirovî, çunike wan jî, her devereka dagîr dikr, leşkerek ji xelkê wê deverê ava dikir û digel guhartina rewşê û berjewendiyan, ew leşkerê li ser destê dagîrkeran hatiye damezirandin li hember dagîrkeran bixwe şer dikir.

Siyaseta PKK û ya Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyê di warê dijayetîkirina damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanî da  hev digre, aniko ev dewletên dagîrker di vê rewşa nazik da, PKK bi parêzerekê bawerpêkriyê tixûbên xwe dizanin, lewma jî tim hewldidin PKK mîna hêzeka li jêr daxazê û amade, kişkene Başûr, ew başûrê serdemê referendumê karî  perdê li ser gelek ser û gelek dosiyeyan hilde.

PKKê piropagenda  dikir ku Başûrê Kurdistanê serxwebûna biriyara xwe ya siyasî ji dest daye, berovajiya wê çendê hat selmandin û her kesî jî dît ku  Erdogan ê diktator, yê ku li gor dîtin û şiroveyên gelek (siyasetmedar û çavdêrên siyasîy) referendum bi lîstkek ya wî li qelem didan, kesê qasî wî  dijayetiya encamdana pirosesa referendumê nekir, û  kesê hindî wî jî sivkatî û bêrêzî jî nekir.

Duhî Tirkiye , Îraq û Îranê gev dikirin, îrojî PKK gefan dike. Gefên PKK cididî ne û eger delîve pê bihête dan dê careke din şerî li dijî Başûr Kurdistanê bike, armanca PKK ya eşkera ya vê carê destdanana ser Başûrê kurdistanê ye.

Bi vî awayî jî dê dîsa rê  li pêşiya Tirkiyeyê vebe ku, bi hêceta  harîkariya  PDKê li dijî PKK ê, yan jî bi hêceta pirkirina valahya eminî û parastina asayşa xwe ya nîşitîmanhîn, pêtir bandora xwe   li ser Başûr feriz bike, bê guman ev jî armanca veşartî, ya stiratîjîk û hevgrtî ya Tirkiye û PKK ye.

Hêzên karîger li ser biriyara siyasî li Bexdayê digel rjêma Îranê çaverê jinavbrina metirsiya PDKê ne li ser asayîş û yekêtiya axa wellatên xwe.

Roj bi roj jî dihête selmandin ku PKK ji jbo parastina Bakurê Kurdistanê nehatiye damezirandin, çunike Bakur ji aliyê hevalbendên wê yên Kemalîst ve parastiye.

Rastî jî ne hind ya veşartî û nihênî ye ku nehête dîtin û bihîstin, lê  rastî ev bi xwe ye.

Îdrîs Tirwanişî

02.07.2019

Back to top button