Serokê Herêma Kurdistanê û pêşwaziya şandekî N Y kir

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xatûn Jeanine Hennis Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel civiya.

Di civînê de li ser pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêr hate sekinandin û pêwistiya cîbicî kirina madeya 140 hate gotubêj kirin.

Ji aliyê xwe ve  Nêçîrvan Barzanî spasî rêxistina civîna li gel Endamên Encumena Asayîşa Navdewletî kir û hêvî xwest, bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna li kêşeyên Iraqê bi giştî û bi taybetî kêşeyên Hewlêr û Bexdayê, hevdîtinên bi vî awayî berdewam bin. Li vî derbarî de amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo her diyalogek nîşan da, bi awayekî ku giriftan li gor nexşerêyekî guncav çareser bikin.

Nirxandina rewşa Herêma Kurdistanê û hengavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyekî dinê vê civînê bû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: