Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî bo serdana Koryaya Başûr hat vexwandin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Koryaya Başûr bi serokatiya Şêwirmendê Serokê Koryaya Başûr Han Byong Dû re civiya.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi boneya wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê, şandê pîrozbahiya li Serokomar, Serokwezîr û gelê Koryayê gihand Nêçîrvan Barzanî û dostaniya xelk û Hikûmeta Koryaya Başûr ji Herêma Herêma Kurdistanê tekez kir. Şanda Koryaya Başûr pêşketina Herêma Kurdistanê di hemû waran de bilind nirxand û hêviya pêşketinên zêdetir ji Herêma Kurdistanê re di hemû waran de û bi taybet di warê vebirhênan de xwast.

Li gor malperê, Di civînê de ku îro danê sibê li Hewlêrê birêve çû, şanda mêvan Serokê Herêma Kurdistanê vexwand ku di derfeteke guncaw de serdana Koryaya Başûr bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî pêşkêşkirina buxteyekê derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, spasî li pîrozbahiya Serokomar, Serokwezîr û xelkê Koryaya Başûrê û vexwandina rêzdar bo serdana Koryayê kir û dostanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Koryaya Başûrê de di hemû waran de tekez kir, ku di dema hebûna hêzên Zeytûn û rêxistinên nehikûmî yên Koryaya Başûr bûn, hevkarî  projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê kirin.

 

Back to top button