Wesayeta Eskerî û Ergenekon
Gelo em karin bibêjin ku planê darbeyên wek Balyoz an jî Sarıkız/Ayışığı karê Ergenekonê bûn. Gişî belgeyên mîmkîrinên ji alîyê Koma Xebatê ya Komarê (Cumhuriyet Çalışma Grubu) ku di bin emrê Cendermeyan da hatiye damezirandin ve hatiye amedekirin. Koma Xebetê ya Komarê ku di pêvajoya 28’ê Sibatê de hate damezirandin, gişî faalîyetên wisa nemeşandine? Ev Andıç jî ne berdewamîya wan tevgerane?
Ew propagandaya reş ku, tevlî îfadeyê Şemdîn Sakık kirin, ev tevgera psîkolojîk ya ku malperên înternetên meşandin tîne bîra mîrov. Fadime Şahin, Müslüm Gündüz û Aczmendî ji bo ku paranoya îrtîcayê xûrt bikin hatibû bikaranîn. Armanca êrîşa Şûraya Dewletê jî tiştek cûda nîn bûn. Heta ku, li Umranîyeyê bomba derneketin holê, tetêkêş Alparslan Aslan ji me re wek “Eskerên Xwedê” nehate pêşkeşkirin?
Ergenekon, dema ku eskeren “Komarê diparêzandin û xwedî lê derdiketin” (Amedehîya Darbeyê dikirin) rêbazek ku bikartînin e. Piranî jî, Herba Teybet û Serokên Duyem yên Sererkanîyê di nav van karan de ne. Hinek sîvalan jî bikartînin. Bi propagandaya reş, heke hawce bike bi qestakuştinê, sabotaj û tirsê xurt dibe. Ji bo midaxaleyê bingehê amade dike. Dema ku esker faaliyeta xwe bimeşîne, ji medyayê û Sazîyên Sivîl yên Civakî îstîfade dike.
“TSK nîne, Ergenekon tê darezandin.” Gelo serê vê Ergenekonê digihîje heta kû derê. Di nav fermandaran de, li ser navê Parastina Komarê û Xwedî lêderketinê, kesên ku tevlî sîyasetê nebûne heye. Yên ku di bin çarçoveya Ergenekonê de, tên darezandin, birastî jî vesayeta eskerîye.
Rojnama sabah
www.xeberenkurdi.com