Polîtîk

Fermandar li gora daxwaziya hukumetê hatin kifşkirin

Li Tirkiye civîna şûra bilind a leşkerî karê xwe dawî anî. Biryarên ku  di civînê de hatîn standin û desta rêvebir a hêzên çekdar ya nû hate tesbçt kirin. Serfermandarê hêzên çekdar hate tesbît kirin. Serfermandarê nî orgeneral Necdet Ozel e.Herweha ji bo fermandarên hêzên erdî, deryayî û ezmanî jî nav kifşbûne. Lê piştî serokkomar biryarên şûra leşkerî a bilind bipejirîne, wê ji raya giştî re ev biryar û navên fermandarên nû bêne ragihandin.

Generalên ku di doza Balyozê de girtîgehêne yanjî di derbarê wan de doz hatine vekirin pêleyên wan nehatin bilind kirin û beşek generalên ku girtîne, hatin teqewît kirin.

Çend generalên ku li gora pêleyên wan diviya ku bibin fermandar ji bo helwesta wan di demê xwe de dijê serokkomar û serok wezîr, ew bi awayekî dûr êxistin. Yan jî tu cihên girîng nedan wan.

Back to top button