Civak

Peyamên sersaxiyê ji Barzanî re şandin

Serok Barzanî

Gelek min pê nexweş bû ku dema min nûçeya koçadawiya dayika we bihîst û dixwazim serxweşiyên xwe bi we û malbata we rabigihînim. Ji destdana kesekî delal, bi taybetî dayik û bab, herdem valahiyek dirûst dike ku tenê bi dem û bi bîranînan ev valahî tê pêçan. Lê belê dema piştevaniya dostên rasteqîneya we hebe, tehemulkirina wê rewşê hêsantir dibê.

Bi vê xemgîniyê, wekî dostekî we yê salên dirêj, hevxemiya we me, û ji bo kêmkirina xema we hindî ji destê min bê asudeyiyê pêşkêşî we dikim.

Ez bawerim ku dayika we asude buye ku ji bo gel û nîştîmana xwe, zilameke mezin û serkirdeyekî wekî we pêgihandiye. Şerefe bo min ku ez we bi dostê xwe bizanim û hêvîdarim ku her du gelê me ji bo salên dirêj li berfirehkirina hevbendiya stratejiyê de berdewam bin. Wekî herdem, ji bo yarmetîdana me ya li rûbirubûna wan hemû tehediyatên ku hevbeşin li navbera me da bi serkirdayetiya we pişt sturim.

Bi hêviya hevdîtinê di demeke nêzîk de li Hewlêr.

Senator

John McCain

02.08.2011

—————————————————————————————–

Ji bo  cenabê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê

Bi minasebeta wefata Hemayîlxan dayika cenabê we û hevjîna mela Mistefa yê nemir, bi germî serxweşî û hevxemiya  xwe pêşkêşî cenabê we û hemû endamên malbata we dikim.

Hêvîdarim xwedayê dilovan rehmetiyê bi bihûşta fireh şad bike.

Rêz û xweşdiviyên min qebul bikin.

Nicolas Sarkozy

Serok Komarê Fransa
01/08/2011

—————————————————————————
Cenabê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê

Bi xem û kovaneke mezin em ji nûçeya koçadawiya dayika we ya ezîz xanim Hemayîlxan Barzanî agahdarbûn.

Ez hest bi girîngiya wê dikim bi taybetî ji bo we û gelê Kurd bi giştî, wê wekî alîgirekî bi hêz dijî sîtemkarî, li piştî xwe valahiyeke mezin bi cî hêla.

Cenabê serokê hêja, hêvîdarim di vê roja xemgîn de germtirîn serxweşiya ji min qebul bikî.

Li gel silavên min ên taybetî.

Hans Fischer

Serok Komarê Nemsa
29/07/2011

Back to top button