Kultur

Qewaneke ciwan ya Meryem Xanê hat dîtin



Meryem Xan ji binyad ve ermen bû, lê gava sultanê tirk fermana filehan da û pêk hanî, Meryem Xan ji hêla binemaleke kurd ve hat parastin. Meryem Xan li Kurdistanê mazin bû û bû yek ji stêrên herî geş a awaz û muzîka kurdî. Ew di gel hostayên mezin ên wek Mihemed Arifê Cizrawî û gelek hostayên din stra. Meryem Xan yekemîn dengbêja kurd a jin e ku dengê wê bi qewanê hatiye tomarkirin û parastin.
 

Ev qewana rind û ciwan nîşana şîn û tiwaneya bilind a Meryem Xanê ye, ku ew yek ji mazintirîn dengbêjên kurdan e. 

Î sal (2011) li payiza dereng şeveke guhdarkirina awaz û muzîka kurdî wê ji bo muzîkhezên kurdî li ABF a Stockholmê ji hêla Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî ve were li darxistin da ku naveroka vê qewana mêjûyî pêkve were guhdarkirin.

Meryem Xan sala 1949ê li Bexdayê di nav feqîrî û rebeniyeke mazin de koça dawîn kir û li pey xwe ji me re gencîneyeke bêhempa ya awaz û muzîka kurdî hişt. 



Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî

pukmedia

Back to top button