Civak

91 haletên Aids li herêma Kurdistanê hene

Berdefkê wezareta tendirustiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku li herêma Kurdistanê 91 nexweşên nixweşiya Aids hene. Xalis Qadir berdefkê wezareta saxlemiya yê hikûmeta Kurdistanmê ji rojnameya War re got:

– Li herêma Kurdistanê 91 haletên nexweşiya Aids hatîne tomar kirin. 72 ji wan nexweşan karkerên biyanî ne û 19 jî jê kurd in û xelkê herêma Kurdistanê ne. 2 halet li wîlayeta Duhokê, 9 li Hewlêrê û 8 halet jî li wîlayeta Silêmaniyî hene.

Qadir got ku, ji bon rêgirtin li pêşiya belavbûna nexweşiya Aids li herêma Kurdistanê,  wezareta saxlemiyê gelek rê û trdbîr li pêşiya xwe deynan ne û herwesa daxaz ji rêxistin û saziyên civaka medenî kir ku di hişiyarkirina hevwelatiyan de rêleke zêdetir bilîzin.

Back to top button