Nivîsar

Wehşeta cuntaya 12ê Êlûnê

Sal 1980, roja 12ê Êlûnê, Artişa Tirkiyê bi serokatiya Kenan Evrenê faşîst, derbeyeke leşkerî kir.

Bi milyonan Kurd, bi sedhezaran xelkê din, hatin girtin û di îşkenceyên giran re bihurandin.

33 sal berê, ev bûyer rûdaye. Lê ew zagona bingehîn ku Cuntayê çêkiribû, hêjî di rewacê de ye, mixabin…

Niha gelek ciwanên Kurd û yên ji Tirkiyê hene ku ew, wehşeta Cuntaya 12ê Êlûnê fêm nakin. Sedem jî kêmasiya nivşên 1960, 70 û 80 ye.

Ez yek ji wan cuntazedeciyan im ku 8 car hatim girtin. Sedem jî ev bû: Dema min bi yekî re bi kurdî xeberdida, Qeymeqamê Batmanê Hayrullah Yildiz gote min “eşşekçe konuşma.”

178 roj îşkence li min kirin. Piştre Dadgeha Cuntayê 5 sal girtîgeh û 20 meh jî sirgûn seza da min.

Ez reviyan û çûm Swêdê. Ez 9 sal li Nexweşxaneya Xaça Sor tedawî bûm. Bi vê tedawiyê ye ku ez niha li jiyanê me.

Lê 4-5 sal piştî reva min ji Kurdistanê, Yargîtaya Leşûkerî beraeta min daye û hetanî 2002an haya min jê çênebûye.

Cuntazedeyên weke min bi sedhezaran hene. Ez niha disêwirim, ka gelo wê di vê rojê de çend kes bi riya Facebookê behsa wê wehşetê bikin?

Xwedayê mezin hemû Kurdan ji wehşeta Cuntayên leşkerî biparêze!

Hêvîdar im ku ciwanên Kurd, wehşeta ku me/min dîtiye, ew nebînin!

 Ev pirs ji bîra min naçin:

– Ez ê çewa karibim wê wehşetê jibîr bikim?

– Ez ê çewa karibim Komara Tirkiyê efû bikim?

– Wê kî bersiv bi de min ku çima ew îşkence li min hatin kirin, seza dane min û piştre Yaregitayê beraeta min da?

– Hêvîdar im ku yekî karbidestê dewletê rabe û bersivekê bide van pirsên min!

 
Her şad û bextewer bin…

 

Zeynelabidin Zinar

Stembol 12/ 09/ 2013

[email protected]

Back to top button