Katalonî daxwaza serxwebûnê dikin û êdî dora Kurdane
Rojeva Kurd Taybet: Li Herêma Katalonyaya welatê Îspanya gelê Katalonî ji bo daxwaza xwe ya serxwebûnê ragihînin zîncîrek ji mirovî ya 400 km pêkanîn.
Ev çalakiya mirovî li pîrozbahiyên cejna neteweyiya Katalonya hatibû pêkanîn ku li sala 11.09.1714 Şahê Îspanya Felipeyê 5. piştî 14 hevy dorpêçkirinê karî bajarê Barcelona bixe bindestê xwe.
Ev çalakiya ku jê re dibêjin RÊYA KATALONYA bi dehhezaran kesên ji serxwebûnxwaz hate pêkanîn û ev zincîr ji bakûr heta başurê Katalonyayê dirêj bû.
Her wiha 400 hezar kesan daxwaz ji Hikûmeta Herêma Katalonya kirin sala 2014 an de ji bo serxwebûnê rapirsiyê encam bidin.
Hêjayî gotinêye ku Katalonya jî wekî Herêma Kurdistana Iraqê xwedî herêmeke federale û xelkê Katalonya ji ber zext û problemên ku welatê Îspanya ji bo wan dirust dike dixwazin serbixwe bibin. Katalonya li warê aboriyê de gelek pêşketiye û piştgiriyeke mezin li welatê Îspanya dike. Lê Îspanya ji bo Katalonya li hember wê alîkariyê tu xizmeteke wiha berketî pêkneaniye û eve jî bûye sedema nerazîbûna Kataloniyan.