Nivîsar

Ji bo çi Barzanî û lîsteya 110ê

Hilbijartinên parlementoya Kurdistana Başûr 21ê Îlonê de çêdibin. Ev hilbijartin gelekî girîngin û herweha ji hilbijartinên heta niha çêbûyîn cudatire.

Wek tê zanîn ji berî niha PDK, YNK û hinek partiyên din bi lîsteyên hevbeş tevlî hilbijartina dibûna. Vê care her partî bi lîsteya xwe ya taybet tevlî hilbijartinan dibe. Dê dengên partiyan yên rast û herweha pişgiriya gelên Kurdistanê ji bo partiyên siyasî zelaltir derkeve hole.

Bê guman her kesek her mirovek bi awayekî li partiyên siyasê dinêre û li gora wê jî dengê xwe dide. Li Kurdistanê di qonaxa îro de pişgiriya nirxên netewî û herweha hêzkirina van nirxan ya herî girînge. Îro li Kurdistanê kî yan jî kîjan aliyên siyasî temsîla xeta netewî dikin gelek vekirî derketiye hole.

Dema mirov di pencera Kurdistanê re li siyasetê û partiyên siyasî dinêre rewş hesanîtir tê fam kirin.  Serokê Kurdistanê Barzanî bûye merceîyeta xeta netewî.

Ji aliyêk din avakirin û pêşxistina Kurdistanê de role serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nayê inkar kirin. Ji bo vê jî nave endezyarê Kurdistanê ji bo Nêçîrvan gelekî di cihê xwe de ye.

Ji berî hilbijartinan partiyên siyasî gelekî menavrayên siyasî kirin. Taybetî YNKê û Goran hewldan li himber PDKê eniyekî avabikin. Lê rewşa siyasî rê neda vê yekê. Ev sedemek bingehînbû ku YNKê nexwest wek berê li gel PDKê lîsteyek hevbeş bikeve hilbijartinan. Baweriya min de tiştek baş kiriye.

Di vê qonaxa ku rewşa siyasî li herêmê û Kurdistanê pêvajoyek gelek zîz re derbas dibe, îstikrara Kurdistana Başûr û herweha serkeftina xeta Netewî ya Kurdistanî gelekî girînge. Ji bo vê jî eger mirov bixwaze xeta netewî serbikevê dive dengê xwe bide lîsteya 110ê.

Li Başûr serkevtina xeta netewî dê bandora xwe li beşên din yên Kurdistanê jî bike. Îro pirsa ragihandina dewleta Kurdistanê ji aliyê hinek siyasetên Kurdan ve tê asteng kirin. Siyaseta çewta ne Kurdistanî pê li mafê Kurdan yê rewa dike. Ji bo vê jî demana ragihandina dewletek Kurdî xeta netewiye.

Ji bo serneketina xeta netewî gelek leyiztik û komplo hene. Ev yek jî dibê sedemek bingehîn ku dive xeta netewî ji bo xwedî derketina nirxên netewî bê parastin û hêzkirin.

Di van hilbijartinan de bê layantî nabe. Divê siyasetmedar, rewşenbîr, hûnêrmend û herkesekê rojane pirsa miletê Kurd re eleqederê xwedî helwestekî be vê helwesta xwe bi awayek zelal bide diyarkirin.

Serkevtina lîsteya 110ê, hêzbûna xeta netewîye…

12.09.2013

Dara Bilek

 

Back to top button