Kakai aşiqê azadî û serxwebûna Kurdistanê bû

Rojeva Kurd Hewlêr: Îro li Hewlêrê bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên hikûmî û siyasiyan çileya matemîniya Felakeddîn Kakaki Wezîrê Berê yê Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveçû.

Di destpêka rêwresmê de piştî rêzgirtina ruhê şehîdan û xwendina siruda netewî Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û gotara xwe de balkişand li ser rola Felakeddîn Kakaki û behsa yekem nasîna wî û rola wî ya li ser perwerdekirina xwe kir. Barzanî da zanîn ku Kakai ji bo wî mamosteyê yekem bû û her dem jê re digot Mamoste.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî behsa kar xebat û hevaltiya babê xwe Îdrîs Barzanî û Felakeddîn Kakai kir û Barzanî wiha wesfê Kakai kir û got: Mamoste Felakeddîn aşiqê azadî û serxwebûna her çar perçeyên Kurdistanê bû û wî li navbera perçeyên Kurdistanê de cûdahî nedikir.

Piştî axaftina Barzanî bi navê malbata Felakeddîn Kakai keça wî Naz Felakeddîn gotarek pêşkêş kir û spasiya hemû beşdarvanan kir.

Nerîna min :