Hejmarek alîgirên Goran tevlî PDKê bûn
Li gora ajansa Bas radigihîne, berpirsê Tevgera Goran ê Dihokê Hacî Berwarî ligel hejmareke zêde ya alîgirên Goran çûne nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK). Berpirsekî Tevgera Goran jî got ku evna tiştekî normal e.
Li gor çavkaniyeke cihê baweriyê, Berpirsê Tevgera Goran ê Dihokê Hacî Berwarî ligel hejmareke zêde ya alîgirên tevgera navbirî çûn rêza PDK’ê û berbirsekî Tevgera Goran jî diyar kir ku evna tiştekî normal e û her kes azad e biçe nav çi aliyekî.
Di vê derbarê de berpirsê berê yê Tevgera Goran ê Behdînanê Dîlman Mihemed ji BasNewsê re got: ‘’Niha wek fermî haya min jê nîne ku hinek kes ji Tevgera Goran cuda bûbin, lê li gor me normal e endamê me di demeke wiha de biçin rêza rêxistinênm aliyên din, wek çawa di hilbijartinên din jî heman tişt çêbû lê dengên me zêde bûn. Herwiha her kes azad e û kes nikare rê li kesî bigire.’’
Dîlman Mihemed wiha axifî: ‘’Di vê dema niha de bûyerên wiha tu bandorekê li dengên Tevgera Goran nakin, ji ber ew kesên han ji bo pereyan diçin nav hizib û aliyên din. Em wek tevger tu reaksyonekê jî pêşan nadin, ji ber bûyerên wiha dengên me zêde dikin neku kêm.’’
Li ser pirsa piştrastkirina nûçeyê de jî Hacî Berwarî tu bersivek neda BasNewsê û tenê got: ‘’Tu bersiveke min bo vê pirsyarê nîne.’’