Polîtîk

Serokwezîr: Asayîşa avê digel asayîşa netewî yeksan e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, îro roja çwarşemiyê,  di merasimekê  de kevirê bingehîn bo avakirina bendava Gumespan-Bestore dana. Ev piroje yek ji pirojeyên stratejîk e û li ser budceya herêma Kurdistanê bi buhayê 90 milyon dolran tê avakirin.

Di merasimê de, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got ku, piştî sala 1991ê ev mezintirîn pirojeyê avakirina bendava ye li herêma Kurdistanê dikeve di warê cîbicîkirinê de.  Barzanî got ku, ev pirojeyê  85-90 milyon dolar jê re hatine berdest kirin û yek ji pirojeyên stratejîk e û dê roleke mezin di avakirina infrastruktura çandiyê a herêma Kurdistanê de hebe:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyê bi avakirina bendava dide, çimkî av yek ji samanên bi qîmet e û di paşerojê de dê bibe yek ji bingehên sereke yên parastina emniyeta neteweyî bo her welatekî. Av dê bibe yekalîkirina hevsebgiya hêz, siyaset û aboriya cîhanê…. Hikûmeta herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku, giringî û qîmeta samanê avê ji ya samanê neft û gazê nekêmtir e û li ser vê pirensîpê divê bi hemû îmkanan giringî bi avê bêt dan û bername û pilanên saxlem bo bên danan.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, raste herêma Kurdistanê bi çavkaniyên ava ser erdî û bin erdî zengîn e, lê eger vi awayekî zansitî û li gor pîvan û standardên cîhanî miamileke dirust digel nehêt kirin, nehêt parastin dê di paşerojê de tehdîdek cidî be bo ser herêma Kurdistanê û dê karesatên mezin ji hişkbûna çavkaniyên avê çê bibin. Bi vê yekê paşeroja herêma Kurdistanê  bikeve ber xeteriyê.

Nêçîrvan Barzanî got  ku, hemû lêkolînên zanistî yên aborî û siyasî gihiştîne wê qenaetê ku pirsa kontirolkirina çavkaniyên avê û çewaniya birêvebirin û dabeşkirina samanên avê di nav welat de, dê bibe kakila nakokî û pevçûnan û dê bi awayekî dîrekt tesîr li ser hemû pirsan hebe. Vê yekê jî wisa kiriye ku, asayîşa avê, digel asayîşa netewî yeksan be, û hemû dewlet û hikûmet bername û pilanên stratejîk û domdirêj bo dadinin. Hikûmet aherêma Kurdistanê jî bername û pilanên stratejîk li ser vê esasî danan e û kar li ser dike daku bi baştirîn awayî sud ji avê û çavkaniyên avê li herêma Kurdistanê werbigir e.

 

Barzanî got ku, piştî sala 1976ê gund hemû ji aliyê hikûeta wê demê a Îraqê ve hatin wêran kirin û zirareke mezin gihişte sektora zîraetê li Kurdistanê. Piştî sala 2004ê hikûmeta herêma Kurdistanê bi bernameyeke çir hewil daye sektora çandiniyê li herêma Kurdistanê zîndî bike.

– Zengîniya herêma Kurdistanê bi çavkaniyên ava ser erdî û bin erdî şansekî mezin û derfeteke zêrîn e ku, em bikarin welatê xwe di warê tûrîzmê û geşkirina zîraetê û şînkirina rûberke befireh, ber bi pêş ve bibin û bi rêya pirojeyên bi vî awayî rê nedîn ev samanê giring û bi qîmet belaş ji dest biçe…. Bi dirustî miamilekirin bi vê pirsê re û sudwergirtin û bikarxistina vî samanî û bikaranîna vê zengîniyê di xizmeta welêt de, roleke mezin di pêşkeftina herêma Kurdistanê û mokimkiirna infrastruktura wê de hebe.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi berdewamî xebitiye û bi cidî kar kiriye daku bi baştirîn awayî, bi pilan û rêyên pêşkeftî û modern, bi rêya bername û teknolojiya nû miamile digel samanê avê û zîraetê bike. Hikûmet lêdixebite samanê avê û zîraetê bike yek ji bingeên sereke yên pêşxistina jêrxaniya herêma Kurdistanê û di xizmet û di berjewedniya hevwelatiyên Kurdistanê de bikarbîne.

Back to top button