Polîtîk

Barzanî: Ol û niştimanperwerî nabê ji hev bête cûdakirin

Îro çarşem 11.09.2013 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek mamosta û zanayên ola îslamî ya parêzgeha Hewlêrê civiya.

Li vê kombûnê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadevanan kir. Li destpêka gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser rol û bandora kesayetiyên olî ya şoreşa Eylûl û rola wan ya piştgirîkirina xort û lawan kir ku xizmeta gel wekî beşek ji ola xwe bizanin û balkişand li ser wê yekê ku nabê ol û nîştîmanperwerî ji hevdû bêne cûda kirin. Her wiha daxwaz ji mamostayan kir ku kar li ser xort û lawan bikin ku ji nîştîman û neteweparêziyê veneqetin û li tundutîjî û şîdetê dûr bikevin. Serok Barzanî her di vî derbarî de balkişand li ser wê yekê ku tundî û xelk kuştin tu peywendî bi peyama ola îslamê ve tûne.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî ragihand ku nabê tu kes ola îslamê ji bo merama xwe ya siyasî bikarbînin û gotî: Eger birastî aliyên îslamî girêdayî îslamin êdî cûdahiya wan û negihiştina wan li ser çiye? Nabê fêl li îslamê bikin û ji bo mebesta siyasî bikarbînin. Serok Barzanî hebûna rikeberan jî bi babetekî erênî wekî çavdêrek li ser karên desthilat zanî lê belê bi mercek ku hemû tiştek bi reş nezane. Serok Barzanî di derbarê hilbijartinan jî daxwaz ji mamostayên olî kir ku xelkê teşwîq bikin ku beşdariya hilbijartinê bikin û hilbijartinekî paqij encam bidin. Di derbarê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û li hember pêşerojê de pêşketina aboriya Kurdistanê bilind nirxand û got: Dahata takekes li sala 2003 275 dolar bû û 5000 dolar bilindbûye û her wiha rêjeya hejarî li Iraqê de %24 li Herêma Kurdistanê gihîştiye % 4 û her wiha rêjeya nexwendewariyê jî li Herêma Kurdistanê da li bin %16 e.

Di dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî pêgeh û bandora Herêma Kurdistanê ya li rûyê dîplomasî, herêmî û navdewletî ve bi bandor wesif kir bi cûreyek ku rola Herêma Kurdistanê ji rola gelek ji dewletên serbixwe jî zêdetire.

Her wiha li beşeke dinê vê kombûna Serok Barzanî ya li gel mamostayên olî de, têbîniyên hejmarek mamostayên olî ya di derbarê erk û pêgeha mamostayan û her wiha behskirina wan hewlên ji bo baştirkirina rewşa jiyana mamostayan pêwîste li paşarojê de bê li ber girtin.

Back to top button