Dr Azîz Barzanî: 1. PDK, YNK û Goran ji bo 2. dixebitin
Dr. Azîz Barzanî Mamosteyê Zanîngeha Selaheddîn û Şêwirmendê Hewlêrê yê Navenda Aştiya Rojhilata Navîna Navdewletî (IMPR) di daxuyaniyeke taybet de nêrîna xwe ya di derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ya ku 21.09.2013 an de bê encamdan eşkere kir û da zanîn ku li gor rapirsiyan PDK yekeme.
Her wiha Dr Azîz Barzanî Şêwirmendê Hewlêrê yê Navenda Aştiya Rojhilata Navîna Navdewletî (IMPR) da zanîn ku hemû Partî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibin û eve jî dê baş diyar bike ku kijan Partî çend deng wergirtiye û hêza wî çende. Li gor rapirsînên ku hatine kirin Partiya Demokrata Kurdistanê yekem partiye. Rewşa tendirustiya Talebanî nediyare û hebûna wî bandoreke mezin li ser hilbijartinan dike û tûnebûna wî jî bi awayeke bi hêz diyar dibe. Goran niha li Silêmaniyê hewl dide li beranber Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê serbikeve. Encama hilbijartinan wê paşaroja pêvajoya aştiyê û paşaroja hemû rewşa rojhilata navîn jî diyar bike.