Vê carê têkçûn
Li Tirkiye çi dibe? Serfermandarê hêzên çekdarên Tirkiye Işik Koşaner bi biryarekî destê xwe ji kar kişand. Piştî wê di cih de fermandarên hêzên erdî, ezmanî û deryayî jî ragihandin ku ew jî dest ji kar dikişînin. Di hêzên çêkdar de hijmara orgeneralan kêm bûye û hêdî tera berpirsiyariyên di hêzên çekdar de nakin.
Eve demek bû di nav Işik Koşaner û hukumetê de nexweşiyek hebû. Piştî biryara girtina hinek generalan di çerçova doza Balyozê de Işik Koşaner, gelek nerihet bû û bi gelek minasebetan ev nerihetiya xwe gihand Erdogan. Lê serokwezîr girtina generalan wek biryarek dadgehê da xuyakirin û nexwest xwe tevlî vê pirsê bike , yan jî bi vî awayî ji bo Koşanar û fermandarên hêzên çekdar da xuyakirin.
Erdogan li gora desturê nedixwest pila generalên ku girtî yan jî di derbarê wan de doz hatî vekirin bilind bike. Koşaner li ser vê yekê israr dikira. Ev di vê pêvajoyê de bingehê nakokiyê di nav sivila û leşkeran de bû.
Di bingehê xwe de ji berî hilbijartinên Tirkiye rojnemevanek yê rojnama Tarafê Emre Uslu ragihand ku, eger Ak Partî bi serê xwe hilbijartina kar bike û bê ser hukum wê sererkanê Tirkiye Işik Koşaner û hevalên xwe ji bo hukumetê bêxin rewşek xirab de ji dev kar berdin.
Bi awayekî hukumet û Erdogan ji vê yekêre amade bûn. Du roj din civîna Şûra bilind ya leşkerî dest pêdike, dixweyê dê ev civîn bibe bingehek ku hêzên çekdar ji nûve bête rêxistin. Eger tu guhertinên bingehîn nebin jî,lê wê pêvajoyek nû ji bo leşkera destpêbike. Bi awek din, ev bûyer nîşandide ku weseyeta leşkerî têk diçe. Ev yek jî ji bo sivîlan serkeftineke û herweha ji bo şkinandina bandora leşkerî gava herî girîng e. Ev bûyer gavek e ji bo pêşdebirina demokrasiyê li Tirkiye.
Ji bo ku hukumet amadebû îstifa desta sererkaniyê nebû krizek mezin. Heta dema îstifa wan hate ragihandin behsa înkilabek leşkerî jî hate kirin. Lê di cih de fermandarê hêzên Cendirma bi biryarekî kirin fermandarê hêzên erdî û bi wekalet wê serokerkaniyê jî bike. Piştî civîna Şûra Bilind ya Leşkerî dê rewş zelaltir bibe.
Va generalan di çeçova planekî de îstifa kirin. Lê plana wan serneket. Niha sivîl li himber leşkera serketin. Piştî generala îstifa xwe ragihandin , li baregeha sererkaniyê bi hevre civînek darxistin û hêviya helwesta hukumetê bûn. Lê di heman demê de Erdogan li gel fermandarê hêzên cendirma orgeneral Necdet Ozel hevdîtinek pêkanî û li gel serokkomar Abdulah Gul biryara cihê nû ji bo Necdet Ozel dan.
Bi awayekî sivîlezikirina civatê gelekî girîng e, şkênandina leşkera şkênadina lingê herî girîng yê statukoyê ye. Alozkirina îdeolojiya fermî ye.
30.07.2011
Xeberanaliz: Dara Bilek