Civak
Malikî, Noceyifî Û Jeffery hatin Hewlêrê
Di dûyemîn roja perseya rehmetî dayika Serok Barzanî de îro jî bi mebesta beşdarî kirina di merasima perseyê de Serokwezîrê Îraqê, Serokê Parlementoya Îraqê û Konsulusê Amerîkayê yê li Bexdayê gehêştine Hewlêrê û li Balefirxaneya Hewlêrê de ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî gehêştin û merasima pêşwaziyê nav hatiyên han beşdariya merasima perseya rehmetî Hemayil Xan kirin û perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kirin.(KTV)