Armanca Îstîfaya Generalan Çîye?
Belê di serî de ji ber îstîfaya Serokê Sererkaniyê Işık Koşaner paşê jî îstîfayên fermandaren Bejayî, Hewa û Behrê ez şaş mam lê şok jî nebûm.
Belê di dîroka TSK’ê de tiştekî wisa cara ewile pêk tê; lê hinek kesan behsa îstîfayê dikirin. Nebêjin ku eva jî ji kêderê derket? Zehf nebû beriya 2 mehan wiha hat nivîsin:
“İşik Koşaner’ê piştî hilbijartinê îstîfa bike.” Beriya hilbijartinê di 8’ê Heziranê de nivîskarê rojnameya Taraf’ê Emre Uslu wiha nivîsandibû.
Bi tene ev na. Hinek tiştên din jî nivîsandibû. Uslu wiha gotibû:
“(…) Hinek kesan dibêjin ku Koşaner biryara îstîfakirinê, demeke dirêje daye, lê bi tenê benda dema musaîte. Tê gotin ku dema musaît jî piştî hilbijartinêye, şertên musaît jî li gor encamên hilbijartinê dibe ku biguhere. Dîsa tê îdîakirin ku heke AK Partî bi tene serê xwe bibe îqtîdar yê îstîfa bike û bi îstîfaya xwe ve yê him rewşeke dijwar bide ber AKP’ê him jî xebatên qanûna bingehîn yê tixe zorê”
Di nivîsê de gelek hurgulîyên girîng hene; lê ev pevokan jî nîşan didin ku piştî îstîfayan acizbûneke sivik tuneye, plan û hesabeke gelek mezin heye.
Kesên ku ev plana qirêj dikin dixwazin di pêşerojê de jî “Tirkiyeya berê bi qanuna bingehîna xwe ve, bi pewendiyên esker û sîvîlan ve bimeşîne.” Ya rastî bûyerên ku piştî hilbijartinê qewimin jî pirr ecêp nebûn?
Biryara boyqotê ya CHP’ê û BDPê…
Pakê li hemberî gotina Öcalan ya ku: “Destekê bine Qabuna Bingehîna Demokratîk” PKK’ê çi kir, şîdet û tund zede kir…
Ji hundir û derva qîreqîra qrîza ekeonomîk bilind bû…
Ev bûyer gelo îşaretên çine?
Tibê hişek naxwazin Tirkiye qanuna bingehîneke sîvîl çêke, pirsgirêkên xwe yên kokdayî çareser bike.
Li hemberî ev rûdanên neyînî jî Tirkiye, hewl dide ku darbekarxwazên di nav eskeriyê de yên li ser înternetê dixwastin iqtîdara sîvîl zeyîf bixin, derxe li ber darazê
Lê fermandarê Sererkanîyê û fermandarên din ji cihê ruberûnê vê sazîya darbekar, biryara îstîfayê dan û xwastin ku hikumet li ber rewşeke dijwar de bimîne, bikeve zorê.
Lê ev hişa hişê pêşerojê ya Tirkiyeyê nîne, hişê berêye… Xwayê vê hişa berê yê bejin ku TSK tê acizxistinê, dikeve zorê. Tam jî li vê derê gere hemû kes xwayê îqtîdara sîvîl derkeve
Îqtîdar gere dev ji demokratîkbûnê, sîvîlbûnê, normalbûna pêwendiyên esker û sîvil bernede. Li ve dere li ber partiyên muhalefete jî azmûna demokrasiye heye. Lê ez hewqas bawer nînim ku partiyeke muhalefete ji vê azmûnê derbas bibe.
Ev îstîfa û rakeşî, ji bo pêwendiyên esker û sîvîl de bû noqteya dîrokî… Bila yên bendêne ku qrîzek derkeve şa nebin, berajavîya wan baweriya, ev pêvajoya yê bibe navgînîya normalbûna Tirkiye’yê.
2011-07-30
Mahmut Ovur
www.xeberenkurdi.com/