Nivîsar

Utopyaya Rewşenbîriyê

Yek ji pirsên ku her roj rûbirûyê me dibe ew e ku rewşenbîr kî ye û rola wî di civakê de çi ye. Di vê mijarê de, divê ku em rewşenbîran li gorî hişmendî û asta rewşên ku tê de dijîn bidina dîyarkirin. Rewşenbîrê welatekî dagirkirî ji rewşenbîrê ku di nav civakeke azad de mijaran dinirxîne cuda ye.

Feylesof û zimanzanê Amerîkî Noam Chomsky dibêje: “Erka rewşenbîr ew e ku rastiyê bibêje û derewan eşkere bike. Heger rewşenbîr ew kes in ku dixwazin çîneke taybet ava bikin ku karê wan ferzkirina ramanan û hilberandina ramanan ji bo berjewendiya serdestan e, ew ne rewşenbîr in, lê celebek nû ji zilamên olî û laîk in ku karê wan tenê veşartina rastiyê ye. Heke wisa be, divê xelk dijî rewşenbîran bin.”

Di her civakekê de erka sereke ya rewşenbîran ew e ku mirovê razayî hişyar bikin û wî teşwîq bikin ku ew astengên ku rê li ber şiyarbûna wî digirin bişkîne.

Li vir em behsa rewşenbîrên Kurd dikin. Çîneke ku hîna jî nikare bi zelalî helwesta xwe ya li ser rastiya mijarên hestiyar diyar bike. Em miletek in ku di nav rewşeke aloz a siyasî û civakî de dijîn. Derdora ku em tê de dijîn tu carî bê qetlîam û xwînrijandin nebûye. Rojhilata Navîn goristaneke tarî ye ku tijî ye ji gorên nenas.

Di vir de divê em bibêjin ku çima rewşenbîrên Kurd nikarin di çareserkirina pirsgirêkan, perwerdekirina nifşekî jîr û hişyarkirina ferdê bindest de rolek cidî bilîzin. Ew her gav hewl didin ku di nav cûreyek dubendiyê de bimînin û nikarin ber bi pêşerojê ve gave bavêjin. Beriya her tiştî divê em fêm bikin ku erdnîgariya me Kurdan ji ya îngilîz, alman, fransî û îtalî cuda ye. Em nikarin ferdê xwe bi ramana rojavayî bidim fêm kirin ku tiştan şirove bike û bikaribe bifikire. Divê em ferdên xwe hîn bikin ka mirov çawa bûyeran di çarçoveya şert û mercên ku em tê de dijîn û pirsgirêkên ku qewimîne de bibînin. Rewşa sosyolojîk a Parîs û Amedê cuda ye. Jîngeha ramana kesekî li Hewlêrê û kesekî li Londonê pir cuda ye.

Zehmet e ku tu wek rewşenbîrekî bi felsefeya Sartre û aqilê Foucault fikra kesekî ku celadekî wek Xwedê dibîne biguherînî. Ev bi tenê nefêmkirina şert û mercên ku ferdê miletê me tê de dijî ye. Wekî din, rewşenbîrê hişyar her gav hewl dide ku ferdê miletê xwe bi rengekî ku jê fêm bike şiyar bike.

Rewşenbîrên Kurd hê jî bi hestyarî pirsgirêkan dinirxînin

çima hin rewşenbîrên me hîna jî nikarin helwesta xwe li ser felaketa ku PKK aniye serê miletê Kurd bi zelalî diyar bikin

Felaketa ku hatiye serê Kurdan ji ya welatên din pir cuda ye. Em ne tenê ji aliyê dagirkeran ve, ji aliyê kesên ku derketin û xwe weke rizgarkerên gelê me nîşan dan jî rû bi rû man. Li vir rewşenbîrên Kurd ji kok ve nikarin vê meselê rave bikin. Rewşenbîrên Kurd hê jî bi hestyarî pirsgirêkan dinirxînin. Mîna ku doza miletekî evîndariya navbera du kesan be. Ev ji wê yekê tê ku em miletek in ji rastiyê zêdetir alîgirê romantîzm ne. Nexwe em çawa dikarin celad jî û mexdûr jî wek hev binirxînin?

Tişta ku divê em li vir bînin ser ziman ew e ku çima hin rewşenbîrên me hîna jî nikarin helwesta xwe li ser felaketa ku PKK aniye serê miletê Kurd bi zelalî diyar bikin. Rewşenbîrê Kurd bi rastî vê meseleyê baş fêm nekirine yan jî ji bo ku girseyê winda nekin hewl didin xwe ji van mijaran dûr bixin? Ger rewşenbîr rastbêjî ye li dijî neheqiyê, wek Noam Chomsky dibêje, rewşenbîrên Kurd li ser vê mijarê li ku ne? Rewşenbîrên ku hîna jî wêjeya fedakariyê wek hincetekê bikar tînin da ku heqîqet dernekeve holê, bi çi taybetmendiyan ji xwe re dibêjin rewşenbîr?

Helbet qebare û hejmara pirtûk û gotarên ku mirov dinivîse nayê wê wateyê ku ew rewşenbîrekî tam e. Ji ber ku bi hezaran pirtûk û gotar jî binivîsînî, ger nikaribî hişê ferdekî bindest biguherînî ku bifikire, bêkêr in û wek deftereke spî ya vala ne.

Por dirêjikirin û rih ne pênaseya rewşenbîriyê ye weke ku ferdên Kurd dibînin.

Rewşenbîrê Kurd divê berî her tiştî fêhm bike ku rewşenbîrî durustî ye. Rewşenbîrî ew e ku ji bo pêşerojê nifşek hişmend ku ji zilm û dagirkeriyê re bêje na perwerde bike.

Feylesof û teorîsyenê civakî yê Amerîkî Murray Bookchin dibêje: “têgehên ku bi kesên mîna Marksîst, Hegelî, Bakunînîst, Kropotkînîst re têkildar in, bi tevahî li derveyî asoya min a rewşenbîrî û hestyarî ne. Ez ne şopdarê tu kesî me.”

Em ji gotina Bookchin têdigihin ku yek ji faktorên sereke yên ku rewşenbîrên Kurd nikarin bandorê çêkin ew e ku nekarîne di çarçoveya psîkolojî û şert û mercên neteweya xwe de ramanekê biafirînin. Ew nekarîne bi awayekî ku ferdên miletê xwe jê fêm bikin û jê fêr bibin tevbigerin. Hertim hewl dane ku bi ramanên rojavayî meseleyan şîrove bikin û nebûne xwedî ramanên xwe. Trajedî ew e ku rewşenbîrên Kurd hîna jî rewşa ferdekî Kurd û rewşa ferdekî ne Kurd ji hev cuda nakin.

Mînak, ferdekî li Diyarbekir an Mêrdînê ku di bin zextên dewletê û şîdeta PKK’ê de jiyaye, di nav xwîn û mirinê de mezin bûye, pêwîste li gor jîngeha ku tê de dijî rewş jê ra were şirove kirin da ku fêm bike û şiyar bibe, ne ku li gor fikirê Marks, Lenîn, Bakunîn. Bi rastî ev yek barê li ser milên wî/wê girantir dike û zû şiyarbûna wî dereng dixe. Dibe ku gelek kes vê yekê nerast bibînin, lê ya rast ew e ku divê em berî her tiştî ramaneke Kurdî biafirînin û piştre jî ber bi cîhana rewşenbîrî ya derve gav bavêjin.

 Rayedarekî PKKê gotareke dijminatî li ser Kurdan nivîsandibû ku tijî nefret bû. Kesên ku xwe weke rewşenbîr pênase dikin, bi zimanekî felsefî bersiva vê gotarê dane û analîz kirine.

Di van rojên borî de rayedarekî PKKê gotareke dijminatî li ser Kurdan nivîsandibû ku tijî nefret bû. Kesên ku xwe weke rewşenbîr pênase dikin, bi zimanekî felsefî bersiva vê gotarê dane û analîz kirine. Di vir de ya pêkenok ew e ku celadekî çekdar ku rehmê li xweza û çûkan jî nake, li ber çavên wî bi hezaran mirovên bêguneh hatine kuştin û îşkencekirin, gelo ev celad dikare ji zimanê felsefî û psîkanalîtîk fêm bike? Kesekî ku celadekî weke Abdullah Ocalan wek Xwedê dibîne, çawa dikare ji zimanê Heidegger û Freud fêm bike? Analîzên wiha tenê xwe xapandin û dûrketina ji rastiyê ne. Rewşenbîrê me weke ferdên 1968an ya Fransayê li ferdên mîletê xwe dinêrin û xwe jî weke Sartre, Camus û Gilles Deleuze dibînin!

Rewşenbîrên Kurd Tu carî nikarîne bûyerên 45 salên dawî bi awayekî realîst binirxînin

Di van 20 salên dawî de, gelek nivîskar gelek caran bi nasnameyên rewşenbîrî derketine, hewl didin ku sar û germ li hev bînin. Wek min berê jî got, rewşenbîrên Kurd hertim ji girseyên mezin û çepikan hez dikin. Tu carî nikarîne bûyerên 45 salên dawî bi awayekî realîst binirxînin. Ji bo ku firotina berhemên xwe û girseyê winda nekin, li hember rastiyan bêdeng dimînin û dibin hevkarê tawankariyê. Jixwe tişta ku PKK kiriye ne tiştekî înkarkirinê ye. Tiştê ku PKK li Kurdistanê kiriye heke li welatekî din kiriba, rewşenbîrên wî welatî wê PKK ji holê rakiribana û beriya xelkê ji rêzê PKKê dadgeh bikirana. Lê weke Kurd dibêjin: rewşenbîrên me bi gur re dixwin û bi xwediyê jî re şînê digirin.

Ji bo ku hûn wek rewşenbîrek bandorê li miletê xwe bikin, divê berî her tiştî rewş û sosyolojiya miletê xwe binirxînin. Rewşa derûnî ya ferdên civaka xwe yên ku bi karesatan re rû bi rû mane fêm bikin. Pêdivî ye ku hûn di destpêkê de rêbazên hêsan bikar bînin da ku hûn bikarin neteweya xwe ji qonaxa pêş de amade bikin. Wezîfeya we ya rewşenbîrî ew e ku hûn rastiya bûyeran wekî wan ji nû ve binivîsînin. Ji bilî vê, hemû hewldan, nivîsandin û axaftin tenê windakirina demê û komedya ne.

Dilovan Ali / Darkamazî

Back to top button