Civak

Du keçên Kurd piştî 10 salan li malbata xwe vegeriyan

Du keçên kurd ên êzîdî piştî 10 salan ji revandina ji aliyê DAIŞê ve vegeriyan cem malbatên xwe.

Dema ku Xunav ket destê DAIŞê, ew tenê sê mehî bû û di hembêza xaltiya xwe de bû, ew niha 10 salî ye û roja 8ê Tebaxê bi cil û bergên kevneşopî û sembolên êzîdî vegeriya ba diya xwe.

Tewaf Daûd di 14 saliya xwe de li gundê Tel Uzer ket destê DAIŞê. Xeyala wî pêk hat û vegeriya nav malbata xwe.

Di 3ê Tebaxa 2024an de tevahiya malbata Naam li gundê Koço ketibû destê DAIŞê û tenê sê zarok û neviyên xwe hiştin ku yek ji wan jî Xunewî yê 10 salî ye.

Her du keçên êzdî bi hewlên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Ofîsa Rizgarkirina Rehîneyan ji destê DAIŞê ji Hola Kampê hatin rizgarkirin.

Berpirsê ofîsê Husên Qaidî dibêje: “Birêz Nêçîrvan Barzanî tekez dike ku heta yek kes bimîne karê me dê berdewam be.

Hejmara kesên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin gihiştiye 3 hezar û 581 kesan û heta niha çarenivîsa zêdetirî 2 hezar û 300 kesên din ne diyar e.

Back to top button