Turgut Ozal hate kuştin
Korkut Ozal, birayê serokkomarê Tirkiye yê berê Turgut Ozal e. Korkut Ozal jî siyasetmedarek kevn e û demek dirêj li tenişta Erbakan siyaset kiriye, ketiye parlementoyê de û wezirîtî kiriye.
Eve demeke jina Turgut Ozal û kurê Ozal îdia dikin ku Turgut Ozal bi rêya jehrdanê hatiye kuştin. Li ser vê yekê niha di derbarê mirina Ozal de lêkolînê destpêkiriye û dadgeh di vê derbarê de êfada gelek kesên nêzikî Ozal distîne.
Korkut Ozal jî yek ji wan kesane ku roja yekem digot ku birayê wî hatiye kuştin. Korkut Ozal niha di vê derbarê de pirtukek nivîsiyê. Navê pirtuka wî “ Sirên Dewletê“ ye. Ozal di vê pirtukê de dêbije ku dezgehên tarî hinek zilamên xwe rêkirin Qesra Serokkomariyê û wan li wê derê Ozal kuştin.
Herweha tê gotin ku roja Ozal nexweş ketî doktorek li Qesra serokkomar tunebû . Ozal dereng gihandin nexweşxanê û dema ew ket ber mirinê banekirin ambulansekî û ew otomobilekî birin nexweşxanê. Dema Ozal gihandin nexweşxanê ew temam bibû.
Tunebûna doktorekî li Qesra serokkomariyê û heta birina Ozal ji bo nexweşxanê li gora Korkut Ozal tertîbek bû.