Polîtîk

Şaredarê BDPî hate girtin

Şaredarê BDP yê Navçeya Bêdlîs Hêşetê Lezgîn Bingol ji ber ku di sala 2004an de li Stenbolê axaftinek kirîbû û li ser vê axaftinê doz hatîbû vekirin û di encama dozê de 10 meh cezayê zindanê girt.

Şaredarê Hêşetê Lezgîn Bingol ji ber propagandayê rêxistinê hate girtin. Şaredarê Hêşetê 3 meh berê ji dozgerê daxwaza paşavêtinê cezayê xwestîbû û daxwaza Lezgîn Bingol hatîbû pejirandin.Ji ber ku dema paşavêtina cezayê qediya Şeradar jî hat tewqifkirin û ji girtîgeha Bêdlîsê re hate şandin.

Şaredar Bingol ji biryarê dozgerê re nerazîbûna xwe nîşan da û got : Arezuyê me ew bû ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê pêşve biçe lê mixabin biryarên bi vî şeklî jî xemgîniyek dide ji me re. Hêviya me ew bû ku girtiyên doza KCKyê yên siyasetmedar, şaredar, serokê rêxistina bajêr û encumenên bên berdan . Li Tirkiyeyê hiquq nayê li ser rêya pêvajoya aştiyê. Pêwistiya herî mezin ya Tirkiye demokrasiye , ji ber vê bar dikeve li ser milê me yê hemiya.Divê her kes ji berê ya pirtir bixebitin û têbikoşin

Back to top button