Cîhan

Duyemîn Şoreşa Fransayê

Şepolên karberdanê piştî Yunanîstanê li Franseyê jî berdewama. Xwepêşandêran li hemberê yasayê malnişîniyê li her derê kirin weka cihê harbê. Li Fransayê kêmahiya benzînê jî destpêkir.

Li Fransayê karkerên rafîneriya petrolê li dijî drêjkirina salê malnişîniyê destpê xwepêşandanê kirin ji ber vê yekê kêmaniya benzînê zêde bû. Di serî de bajarên wek Parîs û Lyonê û li gelek bajêran di navbera xwendekar û polîsan de pêvçûn didome.

Şofyarên Fransa jî digel trimbelên xwe li ser gelek rêyên girîng barîqat danîn ji ber vê yekê hatûçoyên trafikê gelek bajar ate sekinandin.Ji ber karberdanê li rafineriyên petrol jî pêwîstiya sotemeniyê zêde bû.
Wezareta Navxweyiyê Fransa daxuyakir ji ber bûyerên ku ji serê hefteyê heta niha didomin 1900 kes hatin binçavkirin.

Wezîrê Aboriyê Fransayê Christîne Lagarde jî îro daxuyanî da çapemeniyê û got : Aboriya Fransa di bin bandora qeyrana globalîzm de ye û digel wan karberdanan xirabtir bibe.

Hikumeta Fransayê ji ber sedema kêmbûna butçeyên xwe biryar girt ku mafê malnişîniyê ji 60 saliyê bigrin û bikin 62 salî. Hate gotin ku Yasayê Malnişîniyê jî îro li Sanetoya Fransayê darbas bibe.Pêşnûmayê malnişînî ji meclîsê hatîbû pejirandin. Muxalefeta Fransayî jî ji bo pêşîgirtina yasayê hazaran pêşniyar anîbûn rojevê.

Li Fransayê 65 milyon kes dijîn ji wan 16 mîlyon malnişînin . Hêjmara malnişînî di sala 2020an de bigihîjê 20 mîlyonê û di sala 2050an de jî bibe 23 mîlyon .

Heger Hikumeta Fransa reforma malnişîniyê bidestnexe kêmbûna bûtçeyê di sala 2020ande dibe 50 mîlyar Euro û di sala 2050an de jî digihîje 100 mîlyar Euroyê. Kêmaniya butçeyê li gor sala 2010 32 mîlyar Euroye.

Back to top button