Marathon Oil ya Amerîkayê li Kurdistanê ye
Herwramî got ku hatina kompaniya Marathon Oil ya xwedî tecrûbeyeke zengîn di warê patrol û gazê de bo herêma Kurdistanê dê alîkariyeke mezin be bo geşepêdana warê patrol û gazê û dê xelkê Kurdistanê mifayekî baş jê werbigire.
Kompaniya Marathon Oil ku, ofîsa wê ya sereke li Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê ye, digel herêma Kurdistanê gihîşte rêkeftinekê ku li çar deverên Kurdistanê li bîrên niftê bigere. Li gor peymana dabeşkirina dahatiyê, para kompaniya navborî ji bîrên devera Herî û Sefînê ku dikevine bakurê rojhilatê Hewlêrê, ji %80 dibe û para hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi rêya şirketeke giştî dê ji %20 ji hemû fêdeya wê dibe. Para kompaniya Marathon Oil ji bîra Sesingê ji %25 û ji bîra Etroşê jî ji %20 dibe. Kompaniya Marathon Oil dê ofîseke xwe li herêma Kurdistanê veke.
Aşitî Hewramî got ku hikûmeta herêma Kurdistanê gelek kêfxweşe ku kompaniyeke diyar û xwedî qedir li Amerîkayê di demeke nêzîk de li herêma Kurdistanê derst bi kar bike. Hewramî got ku di demeke nêzîk de dê kompaniya navborî beşdariyeke ber bi çav di bilinkirina dahatiyê patrolê li herêma Kurdistanê de hebe. ”Ev yek jî derfeteke bo pêşxistina wan destketiyên me di warê nift û gazê de li herêma Kurdistanê bidesteve anîne.”
Hewramî got: Ez di wê baweriyê de me ku dê gelek kompaniyên amerîkî çav li komoaniya Marathom Oil bikin û di demeke nêzîk de ber bi herêma Kurdistanê ve bên û di warê enerjî û warên din de kar bikin.
Aştî Hewramî wezîrê derametên xwezayî got ku kompaniya Marathon Oil dê îmkan, teknolojî û amêrên nû bo herêma Kudistanê bi xwe ra bîne û ew jî dê ji bo binyatdanan sektora nift û gazê bi awayekî şaristanî, dînamîkî û berdewam li herêma Kurdistanê û Îraqê alîkariyeke baş be.