Hevpeyvîn

Mehmet behsa mirinê nedikir

Zozan Uzun li bîranînên xwe û Memed Uzun diaxife

Di salên 1980�an de dema derbeya leşkerî li Tirkiyeyê çêbû, bi hezaran kurd hatin girtin, ji dezgehên îşkenceyan re hatin derbaskirin û gelek ji wan jî hatin kuştin. Kesên ku xwe ji destê dewletê xilas kirin berê xwe dan çiyê û dest bi têkoşîna çekdarî kirin. Lê tenê çekek Mehmed Uzun hebû, ew jî pênûsa wî bû. Ji bo ku vê çeka di destê xwe de wenda neke û kurdan bê parastina edebî nehêle, berê xwe da sirgûniyê. Hesreta welat ew bi nexweşiya pençeşêrê xist lê wî di cenazeyê xwe de jî kurdên ku qet nedikarîn bên ba hev, li ser tabûta xwe civand. Ahmet Turk, Şerafettîn Elçî û gelek kesên wisa�

Piştî ku Mehmed Uzun bi dotmama xwe Zozan Uzun re zewicî, yên li sirgûnê bibûn du. Lewre heman êş, kul, keder û hesreta welat ji bo Zozan jî derbasdar bû, lewre ew jî hevjînê romanûsê kurd bû. Uzun ku di demên herî bi êş, keder, kêfxweşî û başiyê de bi Mehmed Uzun re bû Zozan Uzun, hesreta dilê hevjînê xwe ji kovara me Warvînê re vegot.

 

Warvîn: Piştî mirina Mehmed Uzun, di jiyana te de çi guhertin çêbû?

Zozan Uzun: Ji bo min wendabûneke pir mezin bû. Ne tenê ji bo min, ji bo gelê kurd jî wisa bû. Memed ne tenê aydê min bû, ew malê hemû kurdan bû. Kurdan bi vê mirinê re ne tenê romanûsek, di heman demê de dîplometekî pir girîng wenda kir. Çimkî dema Mehmed derdiket derveyî welat, kurdan, dîrok û edebiyata kurdan bi biyaniyan dida naskirin. Wan derbarê kurdan de haydar dikir. Di heman demê de Mehmed Uzun xwendevanên xwe jî sêwî hişt.

 

Warvîn: Di fûara pirtûkan de Mehmed Uzun careke din hate bîra te ne wisa?

Zozan Uzun: Bi rastî jî min çavên xwe li fûarê gerand, kêmasiyeke pir mezin hebû. Ew kêmasî Mehmed Uzun bû. Piştî mirina Uzun, mirov dibîne ku li Tirkiyeyê hin tişt guherîne. Mehmed Uzun di navbera kurd û tirkan de pirek bû. Ew mirovekî aştiyê bû. Ji ber vê yekê pêdiviya me pir pê hebû. Bi vekirina fûara pirtûkan a li Diyarbekirê pir kêfxweş bûm. Di heman demê de min du hest bi hev re jiya. Bawer im Uzun, di xewên şevan de jî nedidît ku dê rojek bê, li Diyarbekirê fûareke pirtûkan pêk bê, pirtûkên kurdî bêne firotin û bernameyên kurdî bêne lidarxistin. Her çiqas bedena wî di nava me de nebe jî, giyana wî û berhemên wî bi me re bû.

 

Warvîn: Mehmed Uzun ji bo kurdan çi dixwest?

Zozan Uzun: Wî beriya her tiştî dixwest kurd di nava xwe de yek bin. Daxwaza wî ya herî mezin yekîtiya kurdan bû. Ji xwe wesiyeta wî ew bû ku Ahmet Turk, Yaşar Kemal û Şerafettîn Elçî bên tevli cenazeyê wî bibin. Wî bi zanetî ew anîn ser cenaze. Dixwest kurd li her derê bi hev re bin, mil bidin hev, piştevaniya hev bikin û helwesteke neteweyî ya hevpar nîşan bidin.

 

Warvîn: Dema Herêma Kurdistanê li Iraqê bi awayeke resmî bû federasyon. Mehmed Uzun hestên xwe bi te re parve kirin?

Zozan Uzun: Belê� Pir kêfxweş bû, dikira bifiriya. Ew ji bo wî hîsekî gelek mezin bû. Jixwe çû ew der dît jî. Dema vegeriya, digot �min tu caran hîsekî wisa hîs nekiriye. Min azadbûna Kurdistanê dît.� Dema çû ser axa xwe, bi serbilindî ji wir vegeriya.

 

Warvîn: Dema bi nexweşiya pençeşêrê ket, daxwaza wî ya hatina Amedê çawa derket?

Zozan Uzun: Jixwe dema em hatin vê derê 5 roj emrê wî mabû. Tiştekî ku me bikira tunebû. Me nizanibû li Diyarbekirê doktorên wisa baş,  zîrek û ciwan hene. Ji ber vê yekê me tu caran nedixwest em bên Diyarbekirê. Lê dema li Swêdê doktor behsa 5 rojan kir, êdî çareya me tunebû.

 

Warvîn: Wî dizanibû dê bimire?

Zozan Uzun: Belê dizanibû. Çimkî doktoran li Swêdê rasterast jê re digot. Jê re digotin �gotinên te yên dawî çi ne, bêje, tu hatî dawiya emrê xwe.� Wê çaxê me biryar da, em vegerin Diyarbekirê. Got �ger ez bimrim jî dixwazim li ser axa xwe bimrim� û me berê xwe da welat. Me di nava 24 saetan de qerara xwe da û em hatin Diyarbekir. Baş bû jî. Ji ber ku Mehmed kêmanî 15 meh emrê xwe dirêj kir. Her çiqas nexweş bû jî her mehekî xwe yê dawî weke salek jiya. Dostên xwe, hevalên xwe dît. Her tiştî bi çavên xwe dît. Ji zarokên heft salî heta heftê salî, hemû kes dihatin ber nexweşxaneyê. Wî hemû bi çavên xwe didît. Çi ji destê xelkê hat, hemû kesî bi cih anî. Ev yek jê re bû moral û 15 meh emrê wî dirêjtir kir.

 

Warvîn: Di dema nexweşiya xwe de ji we re qet behsa mirina xwe dikir?

Zozan Uzun: Me di nava xwe de qet behsa vê yekê nekir. Ji xwe serê pêşîn wî qet nedixwest biaxive. Me dizanî dê bimire û me hewl dida ku em vê xemgîniya xwe pê nedin hîskirin. Dema ez li mirina Mehmed difikirîm, dilê min dişewitî, bêhna li min teng dibû, nefesa min diçikiya. Lê min nedikarî di nava xanî de bigrîm. Ji ber vê yekê dema kelegirî dibûm, diçûm serşoyê û di serşoyê de ji xwe re têr digiriyam. Dema derdiketim derve, çavên min sor dibûn. Mehmed digot �çi yê te heye, çima çavên te sor bûne?� Min digot, kefa sabûnê kete çavên min. Ji bo ku morala wî xira nebe, ez tim li ber çavên wî rûken bûm. Lê rojekî li Swêdê bi çar pênc hevalên xwe re li cihek rûniştiye û ji wan re gotiye �îlacekî bidin min, ez zûtir bimrim, biçim.� Ew çax psîkolojiya wî pir xirab bû. Nexweşiya xwe qet qebûl nedikir, hêrs dibû, agresîf bû. Qet nedixwest rengê reş û qehweyî bibîne, pir aciz dibû.

 

Warvîn: Beriya ku wî romanên xwe binivîsanda, pê re hestekî çawa peyda dibû, ji çi feyz digirt?

Zozan Uzun: Mehmed beriya ku romanek binivîse, pir baş lêkolîn dikir. Dema ku dê behsa cihek bikira, muheqeq divê ew der bidîta. Diçû, digeriya, didît û piştre dihat di romana xwe de behsa ew cih dikir. Cihê ku nedikarî biçê, bibîne jî, ji pirtûkên kevin ên sahafan peyda dikir. Ji destanan, dengbêjan pir feyz digirt.

 

Warvîn: Ji dengbêjan hez dikir?

Zozan Uzun: Ji wan pir hez dikir. Ji Karapêtê Xaço, Evdalê Zeynikê, Mihemed Arifê Cizrawî, ji hemû dengbêjan pir hez dikir. Tim li wan guhdar dikir. Her kilameke dengbêjan giyan û coşeke din dida Mehmed. Li ber kilaman sermest dibû. Mehmed ji bo ku romanek binivîse, bi sedan pirtûk dixwendin. Li muzîkê guhdar dikir, pir diçû sînemayê. Ji meşê pir hez dikir.

 

Warvîn: Qet fikra sitandina xelata Nobelê di hişê wî de hebû?

Zozan Uzun: Mixabin pirtûkên wî bi qasî ku tê xwestin ji bo swêdî nehatine wergerkirin. Hêj nû me dest pê kir ku em romanên wî wergerînin swêdî. Lê Mehmed ji bo Akademiya Nobelê ya Swêdê weke namzet hate nîşandan. Profesorên edebiyatê yên cîhanê ew namzet nîşan dan.

 

Warvîn: Memed Uzun ji bo zazakî çi difikirî?

Zozan Uzun: Girîngiyeke mezin dida zazakî. Dixwest Serhildana Dêrsimê bi zazakî binivîse. Ger nemira, li jiyanê bima, dê vê serhildanê bi zaravayê zazakî binivîsanda û bikira roman. Ji zazakî fêm dikir lê pratîka wî ya nivîsandinê hêj tam amade nebû. Lê digot ez ê zazakiya xwe bi pêş bixim û wê berxwedanê bi zazakî binivîsim.

 

Warvîn: Ji xeynî zazakî di projeya wî de çi hebû?

Zozan Uzun: Wî plan dikir ku li ser têkoşîna Mela Mustafa Barzanî romanek binivîse. Teşeya wê romanê di serê xwe de temam kiribû. Tenê nivîsandin mabû. Difikirî ku em weke malbatî biçin herêma Barzan û ew di nava sê mehên havînê de li wir binivîse. Heta em di 2005�an de çûn Îzlandayê, li wir Mehmed bi Sekreterê Mele Mustafa Barzanî re rûnişt, pê re axivî. Piştî vê hevdîtina bi sekreterê Barzanî re, teşeya vê romanê tam di serê wî de çêbû.

 

Warvîn: Mehmed Uzun di malê de hevserekî çawa bû?

Zozan Uzun: Mirovekî pir rihet bû. Te dikarî her tiştî pê re biaxivî, parve bikî. Zû bi zû hêrs nedibû. Lê bi nivîskarekî wiha re zewac jî ne hêsan e. Ji kilama �Dotmam� pir hez dikir û digot �ev kilam ji bo te ye�. Wî ev kilam ji min re diyarî dikir.

 

Warvîn: Zoriya wê çi bû?

Zozan Uzun: Zêdetir di warê demê de me pê re nîqaş dikir. Ji ber ku dema (wext) xwe rast bi kar nedianî, ez diqehirîm. Ji ber ku bi saetan li benda wî disekinîm, di navbera me de hinek caran nîqaş derdiket. Tim dixwend, dinivîsand, konsantre dibû. Mehmed weke karkerekî dixebitî. Serê sibehê zû radibû, taştê û qehweya xwe vedixwar, heta saet 15.00�an diket odeya xwe û dixebitî. Tenê rojên şemî û yekşemê ji me re vediqetand. Havînan jî em tim bi hev re bûn.

 

Warvîn: Tu difikirî ji vir û şûnde li Kurdistanê bijî?

Zozan Uzun: Ya rast dixwazim hem li Diyarbekir hem li Swêdê bijîm. Yanî tim lingekî min li vir, lingekî min li wir be. Çimkî zarok li Swêdê dixwînin. Ji ber perwerdehiya zarokan em niha li wir in. Dema mezin bûn, em ê bibînin.

 

Warvîn: Li pêşiya te projeyek heye?

Zozan Uzun: Belê, niha em li ser projeyek dixebitin. Em ê li Amedê, Weqfa Mehmed Uzun ava bikin. Ji bo vê yekê Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş di dema nexweşiya Mehmed de, malek dabû me. Ev mal li pişt Kervansarayê ye. Hinek fînansorî lazim e. Ji bo fînanseyê jî me ji hin derdorên biyanî soz girt. Em dixwazin kesên ku dixwazin binivîsin an jî dinivîsin lê ji ber kar û barên aborî nikarin binivîsin, li weqfê bidin xebitandin. Her wiha em dixwazin bi riya weqfê burs bidin.

Dilar Sewledar

Warvîn

Back to top button